Herkul: Fethullah Gulen mir 2024-10-21 09:23:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hesabê X yê malpera Herkulê de hat diyarkirin ku Fetullah Gulen miriye.    Hat daxuyandin ku Fethullah Gulen ê 83 salî ku Tirkiyeyê radestkirina wî ji Amerîkayê xwestibû, miriye. Nûçeyê malpera Herkul a ku berdevkiya Gulen dike ragihand. Vê malperê ragihand ku Gulen rakirine nexweşxaneyê û li wir miriye.    Di hesabê X’ê yê malpera Herkul de hat diyarkirin ku Gulen di 20’ê cotmehê de miriye.    Biraziyê Fethullah Gulen, Ebuseleme Gulen jî di hesabê xwe yê medya dîjîtal de mirinê piştrast kir.