Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e 2024-10-21 09:36:58   WAN - Welatiyên tev li kongreya DBP’a Wanê bûn têkildarî “aştiya navxweyî” wiha gotin: “Heke Bahçelî û Erdogan qala aştî û çareseriyê bikin, divê bizanin ku muxatab birêz Ocalan e. Divê bi wî re hevdîtinan bikin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û 44 meh in tu agahî jê nayên girtin. Gelê kurd jî li hemû platforman li dijî tecrîda mutleq bertekên xwe nîşan didin.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê di 19’ê cotmehê de 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Welatiyên tev li kongreyê bûn diyar kirin ku heta tecrîd hebe dê tu pirsgirêk çareser nebin.    ‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’   Ji welatiyan Omer Varol diyar kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê tu kes nekare azad bibe û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bi vê bizane. Heta ku pergala tecrîdê hebe dê tu pirsgirêkên li welêt çareser nebin. Heke Bahçelî û Erdogan qala aştî û çareseriyê bikin, wê demê divê bizanin ku muxatab birêz Ocalan e. Divê bi wî re hevdîtinan bikin. Tekane kesê dikare vê pirsgirêkê çareser bike, birêz Ocalan e. Ji 7 salî heta 70’ê salî divê em tevek bên gel hev û tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin.”    ‘RÊBERÊ KURDAN OCALAN E’   Siddik Akin jî diyar kir ku divê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û wiha got: “Hevdîtineke kin a li Îmraliyê jî dê rê li ber hêviyê veke. Hûn nikarin kesekê gelek weke rêberê xwe dibîne tecrîd bikin. Divê ev gel bikare agahiyê ji rêberê xwe bigire. Tekane daxwaza me ew e ku tecrîda heyî tavilê bi dawî bibe. Ez bangî Tayyîp Erdogan dikim; divê tavilê ji Îmraliyê re şande were şandin û hevdîtin bên kirin. Erdogan jî baş dizane ku heke rêberekê kurdan hebe ew jî birêz Ocalan e. Heke tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk jî çareser bibin.”    ‘HEKE TECRÎD RABE DÊ TU PIRSGIRÊK NEMÎNIN’    Siyahmet Sarî jî destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên li welêt tecrîda li Îmraliyê ye û wiha axivî: “Heta ku tecrîd hebe dê tu tiştek sererast nebin. Tevahiya gelê kurd û rêberê wan girêdayî hev in, yek in. Tecrîda heyî ne tenê li ser Ocalan e, li ser tevahiya gelê kurd e. Serdema şer, sedema krîza aborî tecrîd e. Heke tecrîd rabe dê ev pirsgirêk jî nemînin. Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”    ‘DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’    Aynûr Guneş jî got ku heke qala xwişk-biratiyê were kirin divê ji ewil bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane daxwaza gelê kurd ew e ku pergala tecrîdê bi dawî bibe. Em li gel xwişk-biratiyê ne, li dijî şer in. Em naxwazin kesek biêşe. Divê tavilê hevdîtin bên kirin û şer bi dawî bibe. Ez bangî hikûmetê dikim; heke qala aşît, xwişk-biratiyê bikin divê ji ewil tecrîdê rakin û bi Ocalan re hevdîtinan bikin. Heke tecrîd neyê rakirin, nikarin qala aştî û xwişk-biratiyê bikin.”    ‘ÇARESERÎ AZADIYA OCALAN E’   Welatiyê bi navê Hasan Oklu jî da zanîn ku tecrîd di halê hazir de li tevahiya civakê belav bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye polîtîkayeke qirêjî tê domandin. Li dijî vê jî têkoşîneke mezin heye. Divê her kesên li gel xwişk-biratiyê, li gel aştiyê û hemû kesên xwedî wijdan divê li dijî tecrîdê serî rakin û bertek nîşan bidin. Divê em têbikoşin da ku aştiyeke bê cîhanê û xaka me azad bibe. Tekane daxwaza me ew e ku tecrîd bi dawî bibe, rêberê me were berdan û li ser xaka xwe azad bijîn. Bila baş bizanin ku heta Ocalan azad nebe dê tu pirsgirêkên li welêt çareser nebin.”