Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne 2024-10-21 10:10:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya di rojnameya Xwebûnê de bal kişand li ser geşedanên heyî û wiha got: “Ji bo ku dewleta tirk bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne.” Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 26 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Bêyî agahiyek ji Îmraliyê bê girtin, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di vekirina sala nû ya yasayî ya Meclisê de silav da parlamenterên DEM Partiyê. Piştî vê nîqaşên nû dest pê kirin.   Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya rojnameyê ya vê hefteyê de bal kişand ser nîqaş û geşedanên nû û wiha got: “Dewleta tirk li ber geşedanên li herêmê diqewimin xetimandineke mezin dijî. Ger vê xetimandinê ji holê raneke dê mezin winda bike. Ji bo bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne.”   Nivîsa Ûlûg ya di rojnameyê de wiha ye: “Li Rohilata Navîn pêvajoyeke girîng heye. Bi şerê Îsraîl û Hamasê re hêzên navneteweyî dixwazin hebûna xwe ya li herêmê mayinde bikin. Diyar e ku ev pêvajoya ku weke jinûvesazkirina Rojhilata Navîn tê nirxandin ê bi xwe re gelek guhertinên bingehîn bîne. Lê, heke ev guhertinên mijara gotinê ne li gor berjewendiyên gelên li herêmê bin, ne mimkun e ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê jî bibin çareserî.   REJÎMA FAŞÎST A ERDOGAN Û ŞIRÎKÊ WÎ KETINE NAVA HEWLDANÊN QIRÊJ   Dewleta tirk a dagirker ji bo ku di nava van planên ku li ser herêmê tên kirin bibe xwedî gotin di nava hewldanan de ye. Wisa diyar e ku di vê mijarê de deshilata faşîst û qirker a AKP’ê û MHP’ê heya dawî erk daye Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan. Em bala xwe bidinê ev demeke Hakan Fîdan di hevdîtin û nirxandinên ku dike de balê dikişîne ser metirsiya ku ji bo Tirkiyeyê heye. Di nava Tirkiyeyê de jî şefê rejîma faşîst Erdogan û şirîkê wî yê biçûk bi armanca ku destê xwe xurt bikin ketine nava hewildanên qirêj. Bi gotin û tevgerên xwe civakê manîpule dikin.   ERK Û BERPIRSYARÎ DIKEVE LI SER MILÊ KURDAN    Ji ber van nêzîkatiyan li ser civaka li Tirkiyeyê bombebareneke mezin a dezenformasyonê heye. Desthilata heyî bi taybet hewl dide ku bi vê manîpulasyonê ji rastiyê dûr bixe û bikişîne xeta xwe; li ser rojeva ku ava dike hem di warê siyasî-leşkerî de û hem jî di warê civakî-aborî de encaman bi dest bixe. Lewma em dikarin bibêjin ku bi taybet piştî deshilata Tirkiyeyê hate ser ser kar û pê ve civak li ser vê pergala mutleq a şovenîst tê perwerdekirin, têgihîştin û mezinkirin. Mirov dikare asta pêla nijadperestiyê yekser bi vê têgihêştinê ve jî girêbide. Ev têgihiştin xwe di her mijarê de mafdar dibîne û li gel vê, hemû aliyên din jî weke dijber anku dijmin pênase dike. Li gor nerînan ev mijar ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve baş nehatiye famkirin û ji ber vê nefamkirinê îro li dijî vê siyaseta qirêj a deshilata AKP-MHP’ê siyaset anku muhalefeteke xurt nikare bê avakirin. Di vir de dîsa erk û berpirsyarî dikeve ser milê kurdan.   Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civaka herî polîtîk û dikare geşedanên diqewimin binirxîne civaka kurd e. Bêgûman ev elimandin jixweber çênebûye. Ev encama têkoşîna 50 salan e. Eger gotin di cih de be ji bo ev têgihiştin çêbibe çend nifş hatin guhertin. Ev nifşê ku îro li gor têgihiştina xwe ya polîtîk bûyeran dinirxîne û tevdigere li ser bûyerên li herêmê rû dide jî xwedî bandor e. Jixwe Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd jî xwe dispêre vê zanebûne.   Em bala xwe didinê ku welatên li ser herêmê xwedî hesab in hewl didin ku vê civakê bi ber xwe ve bikişînin û li gor berjewendiyên xwe têxin nava liv û lebatê. Di vê pêvajoya wisa hesas de diyar e ku dewleta tirk jî ev yek ferq kiriye. Ji ber vê yekê di pêvajoya ku pergala qirkirin û îşkenceyê di asta herî dijwar de berdewam dike de mijara hevdîtina bi Rêber Apo re avêtin holê. Bêgûman hevdîtina bi Rêber Apo re di gelek kesan de wê kelecanekê pêk bîne. Lê divê em bizanibin, armanca dewleta tirk ne têkbirin û rakirina pergala qirkirin û tecrîdê ye, ne jî bi pêşxistina çareseriya doza kurd e. Hemû armanc û hewldana wê ew e ku li herêmê pêşî li hin pêşketinên ku dibe bi destê kurdan pêk bên bigirin.   ARMANCA WAN EW E KU DEM PARTIYÊ BIKIŞÎNIN MILÊ XWE   Wisa xuya ye ku di vê mijarê de hemû aliyên siyasî ên li Tirkiyeyê di nava xwe de li hevkirinek çêkirine. Mirov dikare silavdayina Bahçelî ya li rêveberên DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de binixîne. Di vir de jî armanca wan ew e ku DEM Partiyê jî bikişînin milê xwe anku nava pergala xwe ya qirêj. Jixwe vê yekê bi awayekî aşkera û zelal jî dibêjin. Ger di vê mijarê de DEM Partî li gor berjewendiyên wan tevnegere jî weke alternatîf dixwazin li herêmê Huda-Parê bidin pêş. Hizbul-Kontra ku li herêmê bi salan e li gor berjewendiyên wan dixebite, bi xistina wan a meclisê dixwazin kirasekî siyasî lê bikin û bi vê ve wê li ber dilê xelkê herêmê şêrîn bikin.   REWŞA HEYÎ QASÎ SERKEFTINAN DI NAVA XWE DE METIRSIYAN JÎ DIHEWÎNE   Bi kurtî em dikarin bibêjin rewşa tê jiyîn, bi qasî serketinên mezin her ewqas di nava xwe de gelek metirsiyan jî dihewîne. Bêgûman hevdîtina bi Rêber Apo re gelek bi nirx û wate ye. Lê ev mafê qanûnî û hiqûqî yê ku ev zêdetirî 4 sal in hatiye binpêkirin bi hevdîtinekê nayê rewakirin. Di vir de daxwazên gelan diyar in. Ger bi rastî dewleta tirk di mijara bi hevdîtina Rêber Apo de jidil e û dixwaze hin gavan biavêje, muhatabê doza kurd diyar in. Hemû kesên ku mijarê ji nêz ve dişopînin dizanin ev mesele dikare çawa bê çareserkirin. Lê tevî ku ev aliyên wan baş tê zanîn jî bi qelemşorên xwe û kesên xwefiroş ve li ser ekranên televîzyonan bê navber propagandeyeke reş dikin. Di vir de armanca wan ew e civakê manîpule bikin û bikişînin xeta xwe.   Di encamê de divê bê zanîn ku dewleta tirk li ber geşedanên diqewimin xetimandineke mezin dijî. Ger vê xetimandinê ji holê raneke dê mezin winda bike. Ji bo bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne. Naxwe bi van gotegotên ku ji aliyê dezgehên îstixbaratê ve tên serwîskirin ne civaka kurd, ne raya giştî ya demokratîk û ne jî Tevgera Azadiyê Gelê Kurd tê xapandin. Ên xwe bixapînin ê ne mumkun be ku bikaribin ji ruhê demê re bibin bersiv û serketineke xurt bi dest bixin.”