Hevdîtina ‘Alim, Dayik û Pîran’: Divê em ji rizandina civakî re bêjin bes e 2024-10-21 10:39:30   SÊRT - Hevberdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz ê li Sêrtê beşdarî komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” hat lidarxistin bû got: “Me civîna ewil a ku ji rizandina civakî re bêjin êdî bes e li dar xist.”    Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê li Eywana Konferansan a Şardariya Sêrtê duh komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” li dar xist. Gelek alim, pîr û dayik yên ji bajarên cuda hatibûn beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de nêzîkatiya desthilatdariyê ya li ser baweriyan hat nîqaşkirin û hat destnîşankirin ku li dijî vê yekê divê têkoşînek hevpar bê kirin.    Hevberdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan Mahfuz Guleryuz, kombata ku li dar xistin nirxand.    DEJENEREBÛNA CIVAKΠ   Guleryuz diyar kir ku di civakê de bi desthilatdariya AKP’ê re krîzên civakî, siyasî û ehlaqî zêdetir bûne û dejenerebûna civakî hema bêje sîrayetî ser hemû civakê bûye. Guleryuz da zanîn ku li dijî vê yekê rêberên ol û baweriyê yên ku wek rûspiyan tên zanîn ji bo bêjin ‘bês e’ û fikrên wan bibin hevpar gelek girîngiyê didin vê yekê û got: “Hevdîtina me çiqas aktuel bû jî lê belê me dît ku ewqas jî berpirsiyariyekî dîrokî ye. Me li bajarê xwe yê qedîm ji bo ji vê rizandina civakî re bêjin êdî bes e, me civîna xwe ya ewil li dar xist.”    BEŞDAR DI TÊKOŞÎNA HEVPAR DE HEMFIKIR BÛN    Guleryuz anî ziman ku komxebat xurt pêk hatiye û got: “Beşdar di mijara dejenerebûna civakî de li ser fikrek hevpar bûn yek. Beşdaran destnîşan kir ku li dijî her cure dejenerebûna civakî, polîtîkayên asîmîlasyonê û her cure zilm û zordariyê têkkoşînek hevpar bê kirin. Desthilatdarî olê wek ‘amûra bibe desthilatdar’ dibîne. Alim, pîr û dayikên me di ferqa vê yekê de ne. Ew daxwaz dikin ku bi berxwedan û sekna xwe li dijî vê yekê bisekinin. Ji bo ev yek bibe civakî divê em hemû bi hev re çi ji destê me were, em bikin.”    KOMXEBAT WÊ LI GELEK BAJARÊN DIN JÎ BIDOME    Guleryuz diyar kir ku komxebat li bajarên wek Dêrsim, Mêrsîn, Stenbol an jî li Enqereyê berdewam bike.    MA / Rûkiye Adiguzel