Pêş rapora otopsiya Temîzer eşkere bû 2024-10-21 12:04:18   WAN - Pêş rapora otopsiya Serhat Temîzer ê ku roja der barê wî de biryara tehliyeyê hat dayîn û jiyana xwe ji dest da diyar bû. Di raporê de hat diyarkirin ku wê sedema teqez a mirinê di encama lêkolînan de were eşkerekirin.    Girtî Serhat Temîzer ê ku roja der barê wî de biryara tehliyeyê hat dayîn û piştre ku birin Girtîgeha Tîpa F’yê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Pêş rapora otopsiya Temîzer diyar bû. Rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) a Wanê ve hat amadekirin, hat gotin ku Temîzer dermanên nexweşiya epîlepsiyê wergirtiye. Her wiha hat diyarkirin ku tîma lêkolîna cihê bûyerê saet li 09.00’an çûye cihê bûyerê û cenaze jî saet li 09.40’an gihîştiye ATK’ê.    DESTÎ WÎ BI ŞIKLÊ KULMÊ LI HEWA MAYE    Di raporê de wiha hat gotin: “Destê rastê yê cenaze bi şiklê kulmê li hewa bûye, destê çepê li ser sînga wî bûye. Li ser laşê wî lekeyên bi renge mor hatiye dîtin.”    WÊ LI BENDA ENCAMA LÊKOLÎNÊ BÊ SEKINANDIN    Şandeya pispor jî têkildarî sedema mirina Temîzer nêrîna xwe anî ziman û diyar kiriye ku wê sedema teqez a mirinê di encama lêkolînên toksîkolojîk û hîstopatolojîk de were eşkerekirin.  Hat destnîşankirin ku nimûneyên ji cenaze hatine wergirtin biryar hatiye dayîn ku ji bo Serokatiya Grûba ATK’ê ya Wanê, Serokatiya Grûba ATK’ê ya Erziromê û Serokatiya Grûba ATK’ê ya Trabzonê bên şandin.