Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Muftuoglûyê bang kirin 2024-10-21 12:17:10   AMED - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê di 24’ê cotmehê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê yên Tirkiyeyê ya DÎSK’ê (DÎSK Basin Îş), Nûnertiya Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) a Amedê, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê di 24’ê cotmehê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku rojnamevan Muftuoglû 306 rojan girtî mabû û danişîna wê ya biryarê dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin û hate diyarkirin ku ji bo Muftuoglû ya ji “avakirina rêxistinê û bi rê ve birina wê” , “endamtiya rêxistinê” tê darizandin heta 37 sal û nîvan ceza tê xwestin.    Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 41 rûpelên îdîanameya 43 rûpelî ya der barê Mûftûoglû de hatiye amadekirin de sûcdariyek bi tenê jî nîne û ev tişt hate gotin: “Di danişînên 14’ê kanûna 2023’yan, 18’ê çileyê û 29’ê sibata 2024’an de, derket holê ku Mûftûoglû di çarçoveya dosyayê de ji bilî xebatên xwe yên rojnamevaniyê tu xebat û aktîvîteyên din nekirine. Muftuoglû û parêzerên wê di 24’ê cotmehê de li dijî îdiayan cara dawî dê parastinê bikin. Doza derbarê Muftuoglû ya di 29’ê sibatê de hatiye berdan de dê di danişîna 24’ê cotmehê de bê lidarxistin biryar were dayîn.”   BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ    Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zextên li dijî rojnamevanên kurd ên li Tirkiyeyê di rojeva hemû rayagiştî de ne û wiha got: “Muftuoglû tenê yek ji van rojnamevanên ku gelek caran hatine girtin û darizandine. Mûftuoglu dema ku pîşeya xwe dikir, prensîp û rêgezên exlaqî yên rojnamegeriyê her tim parastiye. Girtina Muftuoglû ya ji ber pîşeya rojnamevaniyê ne tenê êrişeke li dijî wê ye di heman demê de erişeke li dijî nirxên bingehîn ên azadiya çapemeniyê û demokrasiyê ye. Di vê çarçoveyê de ji bo parastina mafên Dîcle Muftuoglû û hemû rojnamevanan li dijî cezakirin û girtinê banga piştevaniyê dikin. Em doza Dîcle Muftuoglû û heman dozên rojnamegeriyê li ber çavan digirin û banga piştevaniyê dikin.”