Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin 2024-10-21 12:45:13   ENQERE - Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş metna “Em qêrîna jinan dibihîsin” da Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku çûbû serdanê.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahatîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin, metna “Em qêrîna jinan dibihîsin” da Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku çûbû serdanê. Parêzerên Demîrtaş, di ketina girtîgehê de metna bangawaziyê da Ozel. Di metnê de Demîrtaş bal kişand ser komkujiyên jinan û pêşniyarên xwe pêşkeş kir.    Demîrtaş, diyar kir ku metn, di serî de ew ji bo hemû zilaman banga hevrûbûna bi zîhniyeta xwe ye û wiha got: “Cînayet, tundî, destdirêjî, tacîz û bûyerên gefxwarinê yên li dijî jinan êdî gihiştin asta hovîtiyê. Ji kolanan heta kargeh, dibistan, nexweşxane û malên wan, hemû der ji bo jinan veguherîne azaba dojehê û em di nava fikareke civakî de ne.    Weke zilamek zehmete mirov di mijarekê wiha de bangawaziyekê bike ji ber ku dizanim weke zayendê ez aliyê faîl cih digirim. Tundiya jin pê re rû bi rû dimînin, ne şexsî lê encama pirsgirêkên civakî ne. Lewma li şûna ku vê têkoşînê tenê li ser milên jinan bihêlin, eşkere ye ku divê em zilam jî berpirsyartiyê li xwe bigirin.”    Bi domdarî Demîrtaş anî ziman ku ji rewşa heyî hemû zilam berpirsyar in û divê her kes ji xwe bipirse û guherînê di xwe de bide destpêkirin. Demîrtaş, got: “Ji bîr nekin ku jin bangî me zilaman dikin, serî hil didin, hawarê dikin û têdikoşin. Em jidil bi xwe re hevrû bibin û mil bidin milê têkoşîna jinan. Werin em bi hev re li dijî vê wehşetê bibêjin ‘em qêrîna jinan dibihîsin.”    BANG LI SIYASETMEDARAN KIR   Demîrtaş bang li hemû siyasetmedaran kir ku ji bo tevdîrên lezgîn û bibandor bikevin nava tevgerê, dengê jinan bibihîsin û zimanê mêrê serdest, modêl, polîtîka û sepanan biguherîne. Demîrtaş, got ku avakirina aştiya civakî dikare li vir dest pê bike.    PÊŞNIYAR   Demîrtaş her wiha çendek tevdîrên lezgîn pêşniyar kir. Demîrtaş got ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê, divê di sûcên li dijî jinan de dawî li polîtîkaya necezakirinê were anîn, divê sazî û rêveberên dewletê di mijara tundî û cihêkariya li dijî jinan de xwedî helwestekî zelal bin, divê di tundî û cînayetên jinan de polîs û dozgerên di vê mijarê de perwerdekirî bimeşînin, divê tundî û gefên li dijî jinan di çarçoveya sûcên katalogê de bên destgirtin û bibin sedema girtinê; divê wezaret sepaneke ku jin bi yek pêlekanê xwe bigihînin cihên rayedar bikeve meriyetê; hemû kolan û park bên ronîkirin; li park, kolan û hwd. bi şev û roj tevdîrên ewlehiyê hebin; divê kelemçeya elektronîk di bûyerên xetere de bikeve meriyetê; ji dibistana seretayî ve zarok di mijara mafên jinan û zayenda civakî de bên perwerdekirin; derfetên îstîhdamê bên zêdekirin; hejmara stargehan bên zêdekirin; divê xeta Alo Tundî were vekirin û 24 saetan vekirî be û çendek pêşniyarên din rêz kir.