DEM Partî: Divê Wezîrê Tenduristiyê demildest îstîfa bike 2024-10-21 13:29:53 ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku divê çeteyên siyasî, burokratîk û mafya yên li pişt “Çeteya Yenîdogan” bê aşkerekirin û xwest Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû û burokratên girêdayî wî yên ji komkujiyê berpirsyar girtin ji wezîfeyê bên girtin.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî “Çeteya Yenîdogan” li ber Wezareta Tenduristiyê daxuyanî dan. “Çeteya Yenîdogan” tê sûcdarkirin ku bûne sedemê mirina herî kêm 12 pitikan.   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li Tirkiyeyê “rizîn” û “bêhna qirêj” heye.Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku wan gelek têkildarî mafê tenduristiyê yê gel a di nava vê sîstemê de hişyarî dayîne û ragihand ku sîstema tenduristiyê ya AKP’ê mirovan weke meta dibîne. Koçyîgît got: “Di encama wê feraseta ku mirovan weke meta dibîne de, 12 pitik hatin qetilkirin. Çima ji bo ku hin kes hîn zêdetir pere qezenc bikin, 12 pitik hatin qetilkirin? Kesên nexweşxaneyên mezin çêdikin, çavkaniyên civakê ji bo nexweşxaneyên bajêr, rêyên oto û piran xerc dikin, berpirsyarê vê pêvajoyê ne. Hikûmeta AKP’ê ji qetilkirina 12 pitikan berpirsyar e. Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû ji vê komkujiyê berpirsyar e û divê demildest îstîfa bike.”