Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt 2024-10-21 15:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN -Pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re" ku li Şengalê hat destpêkirin, salek li pey xwe hişt.   Di çarçoveya kampanyaya ku 21’ê Cotmeha 2023’yan hatî destpêkirin de, Ereb û Êzidiyên li Şengalê dijîn bi çalakiyên cur be cur daxwazên xwe anîn ziman. Di çarçoveya kampanyaya bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de, 25’ê Cotmeha 2023’yan li Şengalê bi pêşengiya meclîsên Ereb ên Şengalê çalakiyeke konvedanê hate destpêkirin.   28’ê Cotmehê jî jinên Ereb ji bo azadiya Abdullah Ocalan û xweseriya Şengalê, meşek lidar xistin.   11’ê Kanûna 2023’yan Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi dirûşmeya ‘Pirtûkên Rêber Ocalan bixwîne û bide xwendin’ pişgirî dan kampanyayê.   Di çarçoveya vê pêngava ku di sala 2024’an de bi rengekî bênavber hate meşandin de meş, komxebat, semîner, panel û çalakiyên xwendinê hatin lidarxistin û daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û Xweseriya Şengalê hatin vegotin. Çalakiyên di vê pêvajoyê de hatin lidarxistin, bûn sedem ku ji beşên cuda jî piştgirî ji têkoşîna Êzidiyan re çêbibe.   Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji bo daxwazên gelê Şengalê bigihîne qada navneteweyî û balê bikişîne ser azadiya Abdullah Ocalan û statuya Şengalê, bi biryardarî tê domandin.