Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin 2024-10-21 23:47:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdianameya der barê cinayeta Narîn Guranê hat amadekirin de, ji bo ap Salîm Guran, dayik Yuksel Guran û bira Enes Guran û cîranê wan Nevzat Nahtiyar de cezayê muebeda giran hat xwestin.   Di îdianameya têkildarî cinayeta Narîn Guranê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê ap Salîm Guran, dayik Yuksel Guran û bira Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar de hat amadekirin, berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê hat kirin. Di îdianameyê de ji bo her çar kesan cezayê muebeda giran hat wxestin.    Îdianameya hatiye amadekirin 12 rûpel e. Ge rîdianame ji aliyê dadgehê ve bê qebûlkirin wê 12 jê girtî 22 bersûc bên darizandin.