Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê 2024-10-22 08:32:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek herêman hişyariya barîna zêde û bagerê kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 22’yê cotmehê eşkere kir. Li gorî raporê; dê li bajarên Sêrt, Êlih, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Artvîn, Samsun û Trabzonê barîneke zêde bibare. Bi domdarî hate gotin ku li rojavayê Herêma Serhedê, başûrê rojavayê Marmarayê, qeraxên başûrê Egeyê, Devera Toroslarê ya Behra Spî, başûr û rojhilatê Anatoliyaya Navîn û li qeraxên navîn û rojhilat ên Behra Reş bager rabe.    Di heman demê de ji bo bakur û rojhilatê Serhedê û deverên bilind ên rojhilatê Behra Reş şilope û berf bibare.