Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin 2024-10-22 08:38:51   EDENE  - Di nava 12 saetan de li Edeneyê di encama êrişan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.    Kesê bi navê S.S. li taxa Mehmet Akîf Ersoy a li navçeya Sariçam a Edeneyê dema dayika wî Mîntaha Aydin, bavê wî Îlyas Aydin û dapîra wî Ulfet Aydin di xewê de bi çekê birîndar kir. Komên polîs û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di êrişê de dayik û dapîra êrişkar jiyana xwe ji dest dan. Bav Îlyas Aydin ê bi giranî birîndar bûyî jî bi ambulansê birin nexweşxaneyê.    Kesê bi navê Samet Aslan (19) jî li Taxa Başakê ya navçeya Yuregîrê rastî êrişê hat. Aslan ê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Welatiyê bi navê Îzettîn T. jî li Taxa 19 Mayisê ya navçeya Yuregîrê di êrişa endamên malbatê de birîndar bû.