ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-22 09:00:07   * Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re lêçûnên şer 100 qet zêdetir bûn. Girêdayî vê, sînorê birçîtiyê jî 19 qet zêdetir bû.   * Jina êzidî Asya dema ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin 14 salî bû û salan bi tecawizê re rû bi rû ma. Niha ew 24 salî ye û li gel du zarokên xwe li Navenda Hêwirîna Demkî ya Haranê dimîne û li benda wê rojê ye ku vegere Şengalê.    * Welatiyên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên desthilatê ne û gotin ku çareseriya krîzê tenê bi guhertina desthilatê pêkan e.   * Şêniyên gundê Pûrana Miksê diyar kirin ku piştî bi salan rêya gundê wan hatiye çêkirin û ew ji vê yekê gelek kêfxweş bûn e.   * Germava Zumrudê ya li navçeya Elkê ya ku 4 sal berê dan ber îhaleyê hê deriyê wê ji gel re girtî ne. Gelê herêmê 4 sal in ji germavê bêpar e.   * Danişîna doza rojnamevan Abdurrahman Gok hatiye vekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)    * Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a ku di heyama rojnamevaniya xwe de doz lê hatiye vekirin dê danişîna doza wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.30)    * Şaxa SES'ê ya Êlihê û Odeya Bijîşkan a Êlihê bi dirûşma "Bazirginiya di tenduristiyê de mirin e" dê li Parka Yilmaz Guney daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45)