Germava Zumrudê 4 sal in girtî ye 2024-10-22 09:00:39 ŞIRNEX - Germava Zumrudê ya li navçeya Elkê ya ku 4 sal berê dan ber îhaleyê hê deriyê wê ji gel re girtî ne. Gelê herêmê 4 sal in ji germavê bêpar e.  Germava Zumrûdê ya dîrokî ku li gundê Germav ê navçeya Elkê ya Şirnexê ye, bi fînansmana hevpar a Şaredariya AKP'î û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) û Îdareya Taybet a parezgeh ve derket îhaleyê. Ji bo germavê Şaredariya AKP'ê ya Elkê û Îdareya Taybet a Şirnexê 4 mîlyon û 620 hezar xerç kir. Lê ji ber ku Şaredariya AKP'ê hewirdora wê çênekir projeya Germava Zumrudê jî nîvco ma.    Gel ji Germava Zumrudê ve çar sal in bêpar mane. Projeya ku bi milyonan pere lê hatiye xerckirin, beriya 4 salan bi dawî bûbû û di sala 2023'yan de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hatibû firotin. Piştî ku hat firotin di meha Tîrmeha 2023'yan de ji aliyê şaredarê berê yê AKP'ê Hasîp Aşan û hevkarê wî Azîz Yalçin ve bi 15 mîlyon TL'yan hat kirîn. Welatiyên Germavê yên ku li dijî bazirganiya germavê derdikevin, ji bo ku ev biryar paşve bê avêtin bi 200 serlêdanan serî li qeymeqamtiyê dan. Lê hewldanên gundiyan bêencam man.    GEL JI GERMAVÊ BÊPAR HAT HIŞTIN   Gel 4 sal in ji Germava Zumrudê sûd nagire. Germava ku ji nexweşiyên kronik ê wekî romatîzma, gurçik re bi feyde ye deriyên wê ji gel re girtî ne. Taybetmendiya Germava Zumrudê ya dîrokî ew ê ku  bi ava germ a 39 pileyî di her çar demsalan de wekî cihekî ku bala raya giştî dikişand dihat naskirin. Germava ku berê bi mirovan ve tijî dibû piştî ku hat îhalekirin vala ma û gelê herêmê ji germavê sûdê nagire.