'Sedema krîzê desthilat e, çare jî guherîna desthilatê ye' 2024-10-22 09:00:57 WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên desthilatê ne û gotin ku çareseriya krîzê tenê bi guhertina desthilatê pêkan e. Bertekên raya giştî yên li hemberî tifaqa AKP-MHP'ê ya rê li ber ber krîza aborî vekiriye didomin. Şêniyên Wanê diyar kirin ku çareserkirina krîza aborî ancax bi guhertina desthilatê pêkan e.    Mahmût Bîçer diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û got ku meaşê kêmtirîn û kirê eynê tişt e û got ku li Wanê meaşê herî zêde yên xebatkara 12 hezar û 500 TL ye. Bîçer diyar kir ku krîz her ku diçe kûrtir dibe û got: "Sedema vê krîzê desthilata heyî ye. Bi şer kes nikare xwe bigihîne cihekî. Heta niha bi polîtîkayên şer tu desthilat bi ser neketiye û welat negihaştiye aramiyê. Ji bo vê yekê em daxwaza çareseriyê dikin. Divê desthilat gavên herî lezgîn ji bo çareseriyê biavêje. Ez bawer nakim bi polîtîkayên AKP'ê re rewş baş bibe."    'EM JIYANA XWE BI KARTA KREDIYÊ DIDOMÎNIN'   Dikandar Selahattîn Dûrmaz jî diyar kir ku gel perîşan bûye û got ku krîza aborî ya ku niha li Tirkiyeyê tê kirin, di cîhanê de bêhempa ye. Dûrmaz anî ziman ku berpirsên krîzê yên ku welêt bi rê ve dibin bi xwe ne û wiha got: "Heke dewlet faîzê kêm bike û zêdekirina wê rawestîne, herî kêm dê gel debara xwe bike. Nanek 9 TL ye. Tenekeya rûn 800-900 TL ye, lê zêrek bi 20 hezar TL'yî ye. Mehê qurîşek qezenc jî bi dest me nakeve, lê mersfea min mehê 35-40 hezar TL ye. Car heye em bi karta krediyê jiyana xw edidomînin. Faîzên krediyê jî du qat zêde bûne. Bi rastî jî em nizanin em ê çawa bijîn. AKP'ê xwe bi polîtîkayên xwe qedand û êdî ji vî welatî re nikare bibe çare."    'SEDEMA KRÎZÊ ŞER Û DAGIRKERÎ YE'   Alî Ataman jî da zanîn ku ew ji rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyeyê ne razî ne û ev rewş her diçe xerabtir dibe û got ku êdî mirov ketine etra jiyanê. Ataman anî ziman ku ji ber bê îş û karê te jiyan nabe û wiha got: "Sedema van hemû desthilatiya heyî ye. Berê te dikaribû metbexa mala xwe bi 100 TL'yî tijî bikira, niha tu nikarî bi 2 hezar lîreyî du kîsikan tije bikî. Navbera desthilata heyî û tu cîranên wê nebaş e. Lewma hema bêje ne îtxalat ne jî îxracat heye. DOwîz li dor 40 lîreyî ye, zêr nayê kirîn û êdî mirov nikarin veberhênaniyê jî bikin. Wesayîteke ku par bi 100 lîreyî bû nia bûye milyonek. Ev hemû serketinên AKP'ê ne. Tekane tişta ku divê desthilat bike, divê pirsgirêkên aborî, perwerdehiyê û tenduristiyê yên gel çareser bike. Sedema ku aboriya Tirkiyeyê ev qasî xirab e, şer e. Çareseriya vê jî azadiya gelê kurd e."    Nûsret Kiliç diyar kir ku ew debara malbateke 8 kesî dike, lê li malê kesekî bi meaş tune ye. Kiliç destnîşan kir ku car carinan karên rojane yên înşeatan bi dest bikeve dike û got: "Li maleke 8 kesî rojê herî kêm 8 nan tê kirîn. Heba nan bi 10 lîreyan be, dike 100 lîre û mehê dike 3 hezar lîre. Em ê bi vî awayî çawa bijîn? EM her roj radibin rastî zeman tên. Tişta ku em îro bi 10 lîreyan dikirin, sibe dibe 15-20 lîre. Ez dixwazim ji vê krîz û bihabûnê re çareyek bê dîtin."    'TEKANE ÇARE GUHERÎN E'   Kemal Çakir bilêv kir ku weki meaşê kêmtirîn jî meaşê malnişînan jî kêm e û nikare debara xwe bike. Çakir diyar kir ku 32 salan xebitiye û got ku beramberiya vê xebatê 20 hezar lîre jî nastînin. Çakir destnîşan kir ku çareseriya pirgsirêkên li welêt bi guherîna desthilatê ya li welêt pêkan e û got: "Her diçe rewş xirabtir dibe. Ez bawer nakim ku desthilata heyî çareyekê bibîne. Tekane çareserî guherîn e."    MA / Mazlûm Engîndenîz - Mehmet Guleş