Şêniyên gundê Pûrantê ji çêkirina rêya gund kêfxweş in 2024-10-22 09:01:17 WAN - Şêniyên gundê Pûranta Miksê diyar kirin ku piştî bi salan rêya gundê wan hatiye çêkirin û ew ji vê yekê gelek kêfxweş bûn e. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gundên bi ser navçeya Miksa Wanê ve rêyên xerabûyî û rêyên qet nehatine çêkirin, ji nû ve çêdike û tamîr dike. Piştî rêya gundê Arinçê û mezrayên ser bi wê ve vê hatin çêkirin vê carê li gundê Pûrantê jî cara ewil rêya gund hat qîrkirin-asfaltkirin. Gund 4 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e û bi salan bû welatiyên gund bi pirsgirêkên rê re rû bi rû bûn. Xelkê gund bi taybetî jî di mehên zivistanê de gelek zor û zehmetiyan dikişandin. Welatî gelek caran bi peya diçûn navçeyê û dihatin. Şaredariya DEM Partiyê di çarçoveya daxwaza şêniyên gund de rêya gund qîr kir. Şêniyên gund anîn ziman ku ew ji çêkirina rêya gundê xwe gelek memnûn bûne.    PIŞTÎ 95 SALAN XIZMET HAT KIRIN    Ji şêniyên gund Feremez Amca yê 95 salî diyar kir ku wan berê jî çend caran tevî ku serlêdan kirine ku rêya wan bê çêkirin lê nehatiye çêkirin û got: “Her tim me serlêdan dikir, lê serlêdanên me betal dikirin. Piştî 95 salan rêya gundê me hat çêkirin. Em ji bo vê yekê kêfxweş in û minetdarê wan kesan in ku rêya me çêkirin e.”    MEXDÛRIYETA RÊ BI DAWÎ BÛ   Ayhan Arslan ê li gund cotkariyê dike jî da zanîn ku bi salan bû rêya gundê wan nedihat bikaranîn û wiha axivî: “Zivistanê me wesayîtên xwe li navenda Miksê dihişt û em dimeşiyan dihatin gund. Çimkî rêya gund girtîbû û nedihat bikaranîn. Me gelek daxwaznameya dan ku rêya me bê çêkirin, lê her carê em destvala vedigeriyan. Ji gundê me re tu xizmetek nehat kirin û em her tim mexdûr bin. Şaredariya me ya niha hat gund û got em ê çêbikin û va çêkirin jî. Em ji partiya xwe û hevşaredarên xwe re dibêjin mala we ava.”    PIRSGIRÊKA AVA    Arslan diyar kir ku ew daxwaz dikin ku rêyên zozanên wan û pirsgirêka di qenalên avê de jî bê çareserkirin û ji ber ku li gund av tune ye ew perîşan dibin û pêdiviya wan sereke ava vexwarinê û paqij e.