Gelo dê kîjan partî çiqasî alîkariyê ji xizîneyê bigire? 2024-10-22 09:52:08   ENQERE -Di çarçoveya Qanûna Partiyên Siyasî de, dê ji partiyên siyasî yên benda hilbijartinê derbas kirin û ketin Meclisê re alîkariya xizîneyê were kirin. Dê kîjan partî çiqas alîkariyê bigire, ev diyar bû. Ji ber hilbijartinên herêmî, 5 partiyên siyasî ji xizîneyê 6 milyar û 682 milyon TL alîkariya xizîneyê standin. Partiyên siyasî dê di 2025’an de 5 milyar û 68 milyon TL’an bigirin. Dê alîkariya herî mezin AKP ji xizîneyê bigire. Li gorî vê; AKP dê 2 milyar û 16 milyon TL’an, CHP milyarek û 435 milyon TL’an, MHP 570 milyon TL’an, Partiya Îyî 548 milyon TL’an û DEM Partî jî 499 milyon TL’an alîkariyê ji xizîneyê bigire.