Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike 2024-10-22 10:35:30 ENQERE - Rêveberê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku daxuyaniyên Ozgur Ozel girîng in û got ku divê ji bo çareseriyê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û CHP jî ji bo vê gotina xwe bêje.  Gengeşeyên li ser li ser neçareseriya pirsgirêka kurd berdewam dikin. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel duh serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli yên li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne, kir.    Ozgur Ozel piştî hevdîtina li gel Demîrtaş daxuyanî da û got: "Eger Tirkiye pirsgirêkê çareser bike, dikaribe rê li ber pirsgirêkê veke, pirsgirêkê li pey xwe bihêle, çek bên danîn, dayik negirîn, girîngiyê bidin demokratîkbûnê û ji bo vê yekê gavan biavêje, hemû aktor hêja ne.”    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan nîqaşên li ser pirsgirêka kurd û daxuyaniyên Ozel nirxand.   ‘WATEDAR DIBÎNIM’    Turkdogan anî ziman ku ew serdan û daxuyaniyên Ozgur Ozel girîng û watedar dibînin. Turkdogan bal kişand ser gotina Ozel a ku gotibû “Hemû aktor bi qîmet in” û wiha got: “Ez dixwazim bibêjim ku di vê mijarê de peyamên xwedî niyeta baş girîng dibînim. Lê ez vê bêjim; birêz Ozgur Ozel dikare here girtîgehê û birêz Demîrtaş û birêz Mizrakli bibîne. Ew dikare biçe hemû girtîgehên welat ên din jî. Ew dikare kesê/kesa bixwaze bi wan re hevdîtinê bike. Lê belê terefê gelê kurd di warê çareserkirina pirsgirêka kurd di gava ewil de kî wek muxatab dibîne? Ya girîng ev e. Helbet birêz Ocalan e. Demirtaş bal kişand ser serdana hevserokên me jî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”   'DIVÊ EM BI REWŞA OCALAN BIZANIBIN’    Turkdogan bi bîr xist ku Devlet Bahçelî hefteya borî bang li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin kiribû û got: "Gelo muxatabê vê bangê kî ye? Birêz Ocalan e. Baş e, gelo birêz Ocalan di bin kîşan rewş û şertan de ye, em dizanin? Gelo tecrîd heye? Heye. Divê ev tecrîd were rakirin. Ji ber vê yekê divê em di vî warî de bizanibin ku ka birêz Ocalan wê çi bêje, ramanên wî çi ne. Çawa dibîne û çawa lê mêzê dike? Divê em viya bifikirin.”    ‘DIVÊ OZGUR OZEL DAXWAZA RAKIRINA TECRÎDÊ BIKE’    Turkdogan da zanîn ku divê Ozgur Ozel daxwaza rakirina tecrîdê jî bike û li ser vê rewşê jî biaxive û wiha got: "Her wiha vê yekê jî anî ziman. Divê bibîne ku qanûnên li Tirkiyeyê li Girtîgeha Girava Îmraliyê nayên bicihanîn. Ez dikarim bibêjim ku helwesta destpêkê ya CHP di hevdîtinên ku vê carê de dest pê kir baş e. Lê divê CHP dikare hinek din jî berpirsiyarî bigire ser milê xwe. Jixwe wê birêz Ozel biçe bakurê Kurdistanê û di serdana wî 6 rojan de wê beşek gel behsa birêz Ocalan bike û wê gel carek din daxwaz bike ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”   'AKTORÊ GIRÎNG BIRÊZ OCALAN E’    Turkdogan destnîşan kir ku heke pêvajoyek dest pê bike ji bo ev pêvajo bêpirsgirêk were birêvebirin, bi muxatabiya Ocalan ve girîdayî ye û got: “Vê yekê aliyê dewletê jî dizane. Lewma Devlet Bahçelî bangê dike. Ji ber vê yekê divê berpirsiyarê wê bangê demildest biaxive. Di vî warî de helwesta Ozgur Ozel a ji bo rakirina tecrîdê wê gelek watedar be. Her wiha Ozel di axaftina xwe de behsa peyva ‘aktor’ jî kir. Ez wisa bawerim ku wî qala birêz Ocalan kiriye. Çimkî dema em li her serdemê dinêrin şexsiyeta girîng û aktor birêz Ocalan bûye.”    MA / Mehmet Aslan