Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2024-10-22 10:43:17   EDENE - Li navçeya Yuregîrê di xaniyê malbatek ji Sûriyeyê de şewat derket û sê zarok jiyana xwe ji dest dan.    Li taxa 19 Mayisê ya navçeya Yuregîra Edeneyê di xaniyê malbatek ji Sûriyeyê de şewat derket û yek jê yek salî sê zarok jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; ji soba ceyranê şewat derketiye û piştî bavê zarok diçe kar û dayik û zarokên xwe kêliya ku razayî bûne, agir girtiye malê. Şêniyên taxê ku bi şewatê hesiyan agahî dan tîmên agirkujiyê.    Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û vemirandin. Piştre diyar bû ku zarokên temenê wan 1, 4 û 6 salî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku dayika zarokan xwe ji malê derketiye û ji şewatê rizgar bûye.    Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin.