Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me 2024-10-22 11:17:30     RIHA - Fevzî Aslan ê ku tê gotin du sal temenê wî maye diyar kir ku ji ber lêferzkirina lêgerîna nav dev qebûl nekeriye tedawiya wî nayê kirin û ev bang kir: “Guh bidin qêrîna me.”    Fevzî Arslan (55) ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê di hucreya yek kesî de tê girtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, bi nameyekê ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nivîsand tiştên hatine serê wî vegot.   Arslan di nameya xwe de diyar kir ku ji ber lêferzkirina îşkenceya lêgerina nava dev sewqî nexweşxaneyan nehatiye kirin û di rojên dawî de nexweşiyên wî zêde bûne û got: "Beriya her tiştî serêşek giran li min diqewime. Hê jî jibîrkirina min berdewam dike. Bi rastî jî ez di nava rojê de nikarim rakevim. Heke ez bi rojê nîv saetê jî çavên xwe bigirim, bi şev ji ber êşa serî nikarim rakevim. Dixwazim serê xwe li dîwara bixim. Ev ji bo min mirin e. Ji ber êşa pişta xwe nikarim li ser doşeka singêr rakevim. Ez rojnameyan û betaniyê li ser betonê radixim û xwe dirêj dikim. Êşa pişta min pir diêşe, lê nivînên ortopedîk nadin min.”    Arslan di nameya xwe de diyar kir ku girtiyek edlî herî dawî li girtîgeha ku lê tê ragirtin întîxar kiriye û ev yek di çapemeniyê de cih negirtiye û got: “Lê divê ev yek ji çapemenî û raya giştî re bê ragihandin.”    ‘NIKARIN ÎRADEYA ME BIŞKÎNIN’    Arslan di nameya xwe de bal kişand ser xwarina li girtîgehê ku kêm e û wiha got: "Em dixwazin ji kantînê tiştan ji bo xwe bikirin lê ti tiştek ku hewcedariyên me pêk bînin tune ne. Rêveberiya girtîgehê bi min re hevdîtin pêk anî û got, 'Em dixwazin. ku te û girtiyekî din ê bi nexweşiya giran bibin odeyek cihê, û em ê girtiyekî din jî bi te re bibin da ku li te binêre. Min li dijî vê rewşê got, 'Hûn nikarin girtiyên nexweş ên giran di odeyekê de bigrin, wê rewşa me xerabtir bibe’. Piştre jî rêveberiyê şertek din danî, 'Werin em te û du birayên te bixin qawîşekê lê şertê me heye. Dema em jimartinê bikin divê hûn rabin ser piyan.' Min dîsa îtîraz kir; min got, ez ne leşker im, hûn nikarin bi vî rengî nêzî me bibin, hûn nikarin vîna me bişkînin? Paşê min birin odeya min.”    ‘GUH BIDIN ME’    Arslan di nameya xwe de diyar kir ku ji ber lêferzkirina îşkenceya lêgerîna nava dev nikare biçe nexweşxaneyê û wiha got: "Ji ber ku rewşa min roj bi roj xerabtir dibe min dîsa daxwaz kir ku biçim nexweşxaneyê. Gotin, ‘Heke hûn vê carê lêgerîna nava dev qebûl nekin, em ê cezayên giran ên disiplînê bidin we’. Dixwazin vîna me bişkînin, ji ber vê yekê me terkî mirinê dikin. Ji ber vê muameleya xerab li girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Divê hemû cîhan viya hîn bibe, bibihîze û divê her kes guh bide qêrîna me.”    DER BARÊ FEVZÎ ARSLAN DE    Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (32) û Mehmet Kasim (46) di 18’ê cotmeha 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin. Xizmê malbata Arslan, Khlel Khlel (30) di sala 2012’an de ji ber şerê li Sûriyeyê hatibû Rihayê û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Her 5 kes ji ber îdiaya “îxbara” sûîqestê ya li dijî parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin û 11 rojan li Şaxa TEM’ê hatin ragirtin. Di dema binçavkirinê de polîsan xwestin bi darê zorê îfadeyên amade kirine bi binçavkiriyan bidin îmzekirin. Her wiha her 5 kes jî rastî îşkenceyên giran hatin. Îşkenceya 11 rojan hatiye kirin, di rapora ATK’ê ya di 31’ê cotmeha 2019’an de jî cih girt. Di raporê de kitekitên îşkenceyê hatin vegotin.    Her 5 kes 11 roj piştre hatin girtin. Lê belê di îdianameyê de qala îdiaya “suîqestê” ku hinceta binçavkirinê bû, nehate kirin. Gelek bûyerên di dîrokên  cuda de li bajar hatine kirin di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê, îfadeyên di îşkenceyê de hatine girtin esas girt û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, kuştina plankirî” 3 caran cezayê muebbeda girankirî li Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlel Khlel birî. Li Omer û Mehmet Haşim Arslan jî bi îdiaya “Bêyî destûrê madeyên xetere li cem xwe gerandiye, hewldana ji bo kuştina plankirî, zirardayina malê cemaweriyê û kirîna guleyên çekên bêrûxset” 28 sal cezayê hepsê li her yekî birî.    Daîreya 18’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê jî di 19’ê sibata 2020’ê de ceza erê kir. Li Dadgeha Bilind îtîraz hate kirin lê wê jî di 17’ê çileya 2024’an de erê kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê dan û dosya hêj li wir disekine.   REWŞA WÎ GIRAN E   Arslan, di 6’ê hezîrana 2024’an de ji ber serêşiyê çû nexweşxaneyê û bijîşkan tespît kir ku mejiyê Arslan dihele. Parêzerê Arslan, teşhîsa ji bo miwekîlê wî hatiye kirin li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîşkên pispor da. Bijîşkan, da zanîn ku di encama îşkenceya di sala 2018’an de li Arslan hatiye kirin di mejiyê wî de pixtîbûn çêbûye û ji ber ku di dema xwe de mudaxile nehatiye kirin, adabê girtiye û vê jî rê li ber helîna mejî vekiriye. Arslan ê ku di asteke zêde de ji bîr dike, ev du meh in ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nake, nabin kontrolên rûtîn.   Her wiha bijîşkan der barê rewşa wî de gotine ku bi vê nexweşiyê du salan dikare bijî yanî du sal temenê wî maye.    MA / Emrullah Acar