Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin 2024-10-22 11:26:56 WAN - Endezyar Mîhaîl Atîk diyar kir ku bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tu tevdîr nehatine girtin. Atîk, got: “Li şûna tevdîran bigirin, 3 caran efûya îmarê derxistin.”  Di 23’yê cotmeha 2011’an de li Wanê bi pileya 7.2’yê erdhej çêbû. Di erdhejê de 604 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de 2 hezar û 262 mal, kargeh û avahî hilweiiyan an jî êdî nema dikariyan bên bikaranîn. Bi ser erdhejê re 13 sal derbas bûn lê rayedar li şûna ku tevdîran bigirin, li Wanê 3 caran “efûya îmarê” derxistin û bingeha karesatan amade kirin.    Berdevkê Lijneya Koordînasyona Bajarê Wanê (ÎKK) yê Yekitiya Odeya Endezyar û Avahîsanên Tirk (TMMOB) ê serdema berê û Endezyarê Înşaetê Mîhaîl Atîk bal kişand ser “efûya îmarê” ya piştî erdhejê û got: “Sedema her mirinekê xemsarî ye.”    'BO XWE JI ERDHEJAN DERSAN NAGIRIN’    Atîk, got ku ji erdhejên heta niha ders nehatine girtin û wiha got: “Beriya niha li Ebexê erdhej çêbû û windahiyên canî û malî çêbûn. Bo xwe jê ders negirtin û demekî kin piştre hate jibîrkirin. Lewma êdî tevdîr li ser guhê wan ve neman. Rêveberên Wanê zêdetir xizmetê ji berjewendiyên sermayedaran re dikin. Ev 8 sal in bajar ji hêla qeyûman ve tê birêvebirin û ew jî berjewendiyên çendek koman diparêzin. Li şûna ku bajar li dijî erdhejan saxlem bikin, tenê hinek deverên bala mitehitan dikişînin ji îmarê re vekirin.”    ‘XETEREYA NIHA JI YA 2011’AN MEZINTIR E’    Atîk, da zanîn ku piştî erdheja 2011’an li Wanê tu lêkolîn nehatine kirin bê ka xetên fayê li bajar hene yan na û wiha pê de çû: “Çendek meh berê pisporekê erdhejê li Wanê lêkolînek kir. Tespît kir ku di navbera rêya Wanê û Îskeleyê de xeteteke fayê ya çalak heye. Lê heta ev xeta fayê hatî tespîtkirin, sermayedar û rantxwiran gelek avahî li vir çêkirin. Ev avahî li ser xeta fayê ya çalak hatin çêkirin. Ev jî ji bo bajar xetereyeke mezin e. Di erdhejeke îxtîmalî de dibe ku em windahiyên ji erdheja 2011’an mezintir bidin.”    ‘GUH NADIN RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ’   Atîk, got ku rêxistinên pîşeyî 13 sal in li dijî erdhejê banga tevdîran dikin û ev tişt anî ziman: “Me dît bê ka veguherîna bajar a li dijî erdhejê çiqasî girîng û lezgîn e. Me ev agahî bi saziyên têkildar re parve kir. Lê guh nedan bangawaziyên me. Heke guh bidana dê xebatek bihata kirin. Lê her tim berjewendiyên sermayedaran hatin parastin. Mînaka herî şênber jî xwe li aliyê 2’yê Nîsanê nîşan dide. Li aliyekî malên bereqe li hêla din jî malên li gorî rantê hatine çêkirin hene.”    ‘3 EFÛYÊN ÎMARÊ DERXISTIN’   Bi domdarî Atîk da zanîn ku hikûmeta demê di çarçoveya polîtîkaya rantê de 3 caran li Wanê “Efûya îmarê” derxistye û wiha bi dawî kir: “Ji bo avahiyên qaçax û metrûq efû derxistin. Li şûna avahiyên xisar gihiştiyê xurt bikin, bi efûya îmarê rûxst dan wan. Rêveberiyên herêmî dikariyan rê li ber vê bigirin û xebat bidana destpêkirin. Li dijî berjewendî û komên rantxwir divê odeyên pîşeyî, zanîngeh, rêxistinên civaka sivîl û hwd. bên gel hev û hêzekî ava bikin. Dikarin bi hev re bixebitin. Tevî xetereya erdhejê jî tevdîr nayên girtin. Me encama vê xemsariyê li Meletî, Xarpêt, Hatay û Dîlokê dît. Heke li vir erdhejeke din çêbibe dê gel bedeleke giran bide. Lewma divê tavilê tevdîr bên girtin. Divê ‘Qada kombûnê’ were avakirin û “Qadên hewînê” bên avakirin.”