Derheqê rojnameger Gok de lêpirsîneke nû hate destpêkirin 2024-10-22 11:39:16 AMED - Di danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok de derket holê ku derheqê Gok de lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.    Ji ber xebatên rojnamegeriyê û îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik, derheqê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok de doz hatibû vekirin. Gok, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Danişîna 5’emîn a dozê îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin. Gok û parêzerê wî Resûl Temûr û Mehmet Emîn Aktar tev li danişînê bûn. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Serokê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dedeoglû û endamên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî danişîn şopandin.    Rojnameger Gok, bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got ku ji ber qedexeya derketina derveyî welat nikare pîşeya xwe bike. Gok, wiha domand: “Ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat, xwe weke girtî hîs dikim.” Gok, xwest kontrola edlî were rakirin û biryara beraetê were dayin. Parêzerên Gok jî heman daxwaz kirin. Dozger xwest ku tevdîra kontrola edlî bidome.    JI BIRYARA GUHDARÎKIRINA ŞAHIDÊ NEPEN VEGERIYA    Şandeya dadgehê biryar dabû ku li şahidê nepen “CV23TY45UP78” were guhdarîkirin ku îdiaya “Li ser navê rêxistinên kar û xebatên çapemeniyê dike” dikir. Şandeyê, got ku bersiva muzekereyê nehatiye û bi hinceta “Ji bo dosya bi demê re venemîne” biryara xwe ya guhdarîkirina şahid betal kir.    LÊPIRSÎNEKE NÛ HATE VEKIRIN    Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welatî bidome, xwe li benda dosyaya li Dadgeha Bilind di temyîzê de bigirin. Her wiha dadgehê got ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2024’an de derheqê Gok de lêpirsîneke nû vekiriye û xwest mînakeke wê ji dadgehê re were şandin. Danişîna dozê taloqî 30’ê çileya 2025’an hate kirin.