Demîr a DEM Partiyî hate berdan 2024-10-22 12:02:50 STENBOL - Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr hate berdan.  Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihat ragirtin, hate berdan. Demîr, di 27’ê îlonê de di serdegirtinên malê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û bi hinceta xebatên partiyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.    Demîr a şevê din tehliye bû, li pêşiya girtîgehê ji hêla gelek jinan ve hate pêşwazîkirin.