Bahçelî yê ku tecrîdê qebûl kir ji bo ‘mafê hêviyê’ jî şert danî 2024-10-22 12:38:11   ENQERE - Devlet Bahçelî tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir û beramberî “tasfiyekirina rêxistinê” ji bo bikaranîna “mafê hêviyê” pêşniyara rê vekirina sererastkirina qanûnî kir.    Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe haftene de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Bahçelî çawa ku hefteya bihûrî bang li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû û vê hefteyê banga xwe dubare kir û îro bangek cudatir kir.    BANGA JI BO OCALAN    Bahçelî di axaftina xwe tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir. Bahçelî banga “rêxistinê tasfiye bike” ya hefteya bihûrî li Ocalan kiribû vê hefteyê jî dubare kir û wiha got: “Heke tecrîda li ser serkêşê terorê bê rakirin, bila were li Meclisê di Komcivîna DEM’ê de biaxive. Bila bêje teror bi temamî qediyaye û rêxistin hatiye betalkirin. Heke vê hewldanê nîşan bide, bila heta dawiyê jî rêya sererastkirina qanûnî ya li pêşiya mafê hêviyê were vekirin. Bila navnîşan ji Îmraliyê dirêjî DEM’ê bibe.”