Piştî 7 salan şîn hate danîn 2024-10-22 13:20:03   ŞIRNEX - Bi girseyî serdana şîna endamê Dijwar Jêhat ku piştî 7 salan li Cizîrê hat danîn, hat kirin.    Endamê HPG’ê Ferhat Erkul (Dijwar Jêhat sala 2017’an di pevçûnek li herêma Zapê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkul hat eşkerekirin ku jiyana xwe ji dest daye, malbatê ji bo lawê xwe li taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê şîn danî. Bi awayek girseyî serdana şînê hat kirin. Rêveberên MEBYA-DER’ê, DEM Partî, DBP, aktîvîstên TJA’yê di nav de gelek kes beşdarî serdana şînê bûn. Dua û fatiha hatin xwendin û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan di serdana şînê de axivî û bal kişand ser têkoşîna bi salan a gelê kurd û wiha got: “Bila serê gelê me sax be. Me di têkoşîna azadiya gelê kurd gelek can û lehengên xwe winda kir. Her kesek ku jiyana xwe ji dest dide, berpirsiyariyek nûtir datîne ser milê me. Gelê kurd bi salane li dijî zilmê têdikoşe. Gelê me di vê têkoşînê de bedelên giran. Bedeldayîna me ya giran ji bo jiyanek azad û bi rûmet e.”