Dayikan bersiv dan Bahçelî: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê şer bi dawî bikin 2024-10-22 13:40:09   AMED - Dayikên Aştiyê yên li Silopiyayê rastî êrişa leşkeran hatibûn, serî li ÎHD’ê dan. Dayikan, têkildarî gotinên Bahçelî yên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de wiha got: “Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê ji ewil şer bi dawî bikin.”    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê xwestin di navbera 15-18’ê cotmehê de li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” “Konê aştiyê” vekirin û li dijî şer çalakiyê li dar bixin. Dayik, rastî êrişa leşker û polîsan hatin û hatin derbkirin. Dayikên hatin derbkirin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Dayikan, piştî serlêdanê daxuyanî dan.    ‘BAHÇELÎ TECRÎD QEBÛL KIR’   Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi sala ye ji bo çareseriya meseleya kurd têdikoşin û wiha got: “Yek bi yek hemû dayikan di vê pêvajoyê de êşên giran jiyan. Tevî vê jî di çareseriyê de israr kirin. Bi vekirina Meclisê re îktîdarê û şirîkên wê qala çareseriya pirsgirêka kurd kirin. Tiştê girîng e ku li Meclisê qala vê were kirin lê divê nêzikatî ne ji ber konjonkturê be. Divê aştiyeke birûmet û adilane pêk bê. Ji bo vê jî divê hinek gav bên avêtin. Bahçelî qala tecrîdê kir. Tecrîd qebûl kir. Dayikên Aştiyê yên qala tecrîdê dikirin bi salan rastî lêpirsînê û êrişên hêzên ewlekariyê hatin. Îro qala rakirina tecrîdê hate kirin. Tam jî eşkere kir bê ka muxatab û çareseriya sereke çi ye. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”    'BILA MIRIN NEBIN’   Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Meryeme Tura jî wiha got: “Me Dayikên Aştiyê ji bo xwîn nerije, şerê qirêjî bi dawî bibe û tecrîd were rakirin xwest li Silopiyayê kon vegirin. Leşkeran pêşiya me girtin û sedema hatina me pirsîn. Me jî got ji bo aştî û xwişk-biratiyê hatine. Qala qedexeyan kirin. Piştre êrişî me kirin. Em şevekê binçavkirî man. Di bin çavan de me got ku ji bo bidawîbûna zilm û mirinan û ji bo aştiyê hatine. Me xwest dayikên leşker û polîsan jî ji bo aştiyê tev li me bibin. Em dixwazin ev şerê qirêjî bi dawî bibe.”    'ZELAL BIN’   Dayika Aştiyê Havva Kiran jî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li ser pankarta dayikan vekirin peyva ‘tecrîdê’ hebû, pankart jê standin. Lê Bahçelî îro dibêje; ‘Bila Ocalan bê vê derê û em li ser çareseriyê biaxivin.’ Çareserî li ser wan pankartan hebû û we ji dayikan stand. We ji bo wê peyvê êrişî dayika kir. Tehemûla we li dijî wê peyvê nîne lê hûn niha qala çi dikin. Ev nakokî ye. Hinek zelal bin. Bi bombeyên gazê êrişî dayikên 70-80 salî kirin. Hinek dayik rakirin nexweşxaneyê. Hinek hatin binçavkirin. Heke tehemûla we ji bo dayikan nebe, ji bo tu tiştekî nabe. Hûn bang li birêz Ocalan dikin ku bê meclisê û biaxive lê tehemûla gotina dayikan a ‘bila tecrîd rabe’ nakin. Ev yek nakokî ye. Heke daxwazeke we ji bo muzakere û danîna maseya çareseriyê hebe, divê hûn ji ewil vî şerê qirêjî bi dawî bikin. Heke bingeheke wê tune be, tu wateya aştiyê nîn. Ez êrişa li dijî dayikan şermezar dikim. Heke hûn rê nedin dayikan dê tu aştî çênebin.”