Di madena Somayê de hezaz çêbû: Karkerekî jiyana xwe ji dest da 2024-10-22 13:41:47   MANÎSA - Di kana madenê ya navçeya Somayê de hezaz çêbû û karkerekî jiyana xwe ji dest da.    Di kana madenê ya li taxa Egnez a navçeya Soma ya Manîsayê de hezaz çêbû. Di hezazê de welatiyên bi navên Adem Balta (35) û A.O.K. (25) birîndar bûn.    Ji birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Somayê de Balta jiyana xwe ji dest da.    Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.