Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn 2024-10-22 14:13:43 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku pêwîste “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were bicihanîn.  Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê piştî komcivîna partiya xwe ya li Meclisê bersiva pirsên rojnamevanan da.      Hatîmogûllari bi bîr xist ku wê di civînê de banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiriye û divê tecrîd demildest bê rakirin. Hatîmogûllari wiha got: “Em carek din destnîşan dikin; çi bêje û biaxive divê em ji zimanê wî hîn bibin. Dîsa dubare dikim, divê tecrîd bê rakirin. 44 meh in tecrîd didome. Ji bo rakirina tecrîdê em têdikoşin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêwîste tecrîd bê rakirin û ew bi xwe peyamên xwe bidin.”    Hatîmogûllari destnîşan kir ku pêwîste “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were bicihanîn.