‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye' 2024-10-22 15:00:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku “Çeteya Yenîdoganê encama veguherîna di polîtîkayên tenduristiyê de ye” û banga îstîfayê li wezîrê tenduristiyê kirin.    Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran têkildarî Çeteya Yenîdoganê daxuyanî dan ku pitikên rewşa wan lezgîn sewqî beşên zarokên nû ji dayik bûn ên nexweşxaneyên taybet dikirin, pereyekê neheq bi dest dixistin û dibûn sedema mirina wan.    ÊLIH    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Êlihê û Odeya Bijîşkan a Êlihê bi vê boneyê bi dirûşma “Bazirganiya di tenduristiyê de mirin e” li Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û xebatkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Alî Îhsan Gundogdû bal kişand ser têkiliya endamên çeteyê ya bi burokratan re û ev tişt anî ziman: “Ev ne bûyereke ji bo carekê qewimî ye. Tê gotin ku li nexwexaneyên cemaweriyê û yên taybet bi heman awayî nelirêtî hatine kirin. Divê kes/saziyên berpirsyartiyên wan di van bûyeran de hene bên darizandin û cezayên herî giran lê bên birîn. Hewceye nirxandinên ku gumanê li ser hemû xebatkarên tenduristiyê çêdikin neyên kirin. Divê rayedarên herî payebilind xwedî li xebatkarên tenduristiyê derkevin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neyên jiyîn, divê sepanên heyî bên rakirin û dev ji polîtîkayên qezencê esas digirin bên terikandin.”    Bi heman boneyê li Eskîşehîr û Edeneyê jî daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku “Çeteya Yenîdoganê” encama polîtîkayên veguherîna di polîtîkayên tenduristiyê de ne.