Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin 2024-10-22 15:10:14   STENBOL - Ji bo parêzer Dîlek Ekmekçî ku piştî serlêdana sûc a rêveberên MHP’î hatibû girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.    Parêzer Dîlek Ekmekçî ku Îzzet Ulvî Yonter ê MHP’î, endamên MYK’a MHP’ê Şahîn Gurz, Tamer Çakiroglû û Nevzat Unluturk û Serokê MHP’a Stenbolê Serter Selîm jî di nav de derheqê 25 kesan de ji ber gefa lê hatibû xwarin serlêdana sûc kiribû, hatibû girtin. Ekmekçî hate berdan. Ekmekçî, gotibû ku endamên Ulku Ocaklariyê jinên ji neçarî li wargehan dimînin neçarî fihûşê dikin û piştî vê gotinê gef lê hatibûn xwarin. Ekmekçî, li ser serlêdanên sûc ên MHP’iyan bi îdiayên “Heqaret” û “endama FETO’yê” dihat darizandin.    Danişîna ewil a Ekmekçî li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ekmekçî, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li bû. Parêzerê Ekmekçî, Mûrad Sadak, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu û gelek kesên din jî tev li bûn.    Şandeya dadgehê biryara tehliyekirina Ekmekçî da û danişîna dozê taloqî 10’ê çileya 2025’an kir.