Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin 2024-10-22 15:22:54 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê meseleya kurd li ser maseyeke hemû partî li ser civiyayîn were axaftin û wiha got: “Em kurdan bikin xwediyên Komara Tirkiyeyê. Weke partiya damezirîner em li vir in, em pêşniyar dikin ku em hemû tiştan bi hev re bikin.”    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de geşedanên heyî nirxand. Ozel, bal kişand ser bangawaziya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ozel, wiha got: “Heke êdî şehîd neyên Tirkiyeyê, heke êdî xwîn rije, heke rondikên dayikên kurd û tirkan êdî nebarin, heke ev welat bibe yek û bi hev re be, heke berê çekan êdî li leşkeran venegere, di vê mijarê de her gotina tê kirin û her aktor bi qedr in.”    Ozel, ji bo bangawaziya Bahçelî ya “Bila Ocalan li Meclisê biaxive” jî wiha got: “Ev kar bi bangkirina aktorekî ya li Meclisê çareser nabe. Heke ev meseleye çareser bibe, divê maseyeke ku hemû partî li ser civiyayîn, Meslis jî di nav de û pêvajoyê bi hev re dibin hebe. Divê ne berjewendiyên hinek derdoran, yên 56 milyon welatiyan bên nîqaşkirin.”    'EZ GOTINEKE MEZINTIR DIKIM...’   Ozel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Devlet beg pir baş ji rêya xwe vedigere. Axaftina wî ya îro Meclisê li derve dihêle. Divê her tişt li Meclisê were kirin. Heta mutabeqeteke civakî nebe dê encamekê nekarin bi dest bixin. Ji bo ev meseleye çareser bibe divê hemû partî li ser mase hebin. Wisa xuya dike ku li şûna çareserkirina vê meseleyê, li pey çareserkirina plana Recep Tayyîp Erdogan ketine. Lewma bêhneke nexweş jê tê. Ji min re dibêjin ku Devlet beg îdiaya xwe mezin kir, tu jî mezintir bike. Ez jî îdiayeke mezintir dikim. Ez ji bo kurdan pêşniyara dewletekê dikim. Bila hemû kurdên vê dewletê aydê xwe hîs nakin, bibin xwedî dewleta Komara Tirkiyeyê. Em welatekî wisa ava bikin ku hemû rêyên siyaseta demokratîk vekirî bin, mafê xwendekarên zanîngehê nehatiye xwarin, mafên demokratîk li gorî standartên cîhanê ava bikin. Em kurdan bikin xwediyên Komara Tirkiyeyê. Weke partiya damezirîner em li vir in û em pêşniyar dikin ku her tiştekî bi hev re bikin.”