ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-23 09:00:10   * Mamosteyê MEDYA-DER’ê Ferhat Topbaş derheqê komeleyê de agahî dan, banga fêrbûna ziman li xelkê Bedlîsê kir û got: “MEDYA-DER mala hemû bedlîsiyan û gel e, bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”   * Li Nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alavên tenduristiyê hene. Hevserokê Şaxa SES’a Şirnexê Samet Kaya got ku li Elkê mafê tenduristiyê yê gel tê binpêkirin. Ji şêniyên navçeyê Ahmet Ataman jî got ku ji ber mudaxile nehate kirin, hevjîna wî felc bûye.   * Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, işaret bi gengeşeyên pêvajoya nû kir û got ku di vê mijarê de daxuyaniya fermî ya Enqereyê, rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û qanûnên nexşerêyê wê gavên destpêkê bin.   * Eren Keskînê diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi taybetî azadiya ramanê, binpêkirinên mafan û pirsgirêkên giran ên mafan heneç Keskînê got ku ev salek e serbestberdana 15 girtiyan tê astengkirin.   * Girtî Îsmet Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê vegotin û wiha axivî: “Ji me re dibêjin an dest ji nasnameya xwe an ku ji rûmeta xwe berdin an jî hûn ê ji mafên mirovan ên bingehîn sûdê negirin.”   * Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bêrîvan Polat û Oznûr Evîn diyar kirin ku xebatên xwe li gorî paradîgmaya azadîxwaziya jinê dimeşînin û bi projeyên xwe hewl didin xwe bigihînin hemû jinan, di mijarên civakî û hiqûqî de serwext bikin û qadên jiyanê biafirînin.    * Bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi mijara “Dîplomasiya Herêmî: Avakirina Pêşeroja Bajariyî” civîna Teşkîlata Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî were lidarxistin. (09.00)    * Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dê li Amedê hevdîtinan bike. (10.00-18.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li Amedê biçe serdana nûnertiya Dayikên Aştiyê. (11.00) ZINDÎ