Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene! 2024-10-23 09:03:55 ŞIRNEX - Li Nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alavên tenduristiyê hene. Hevserokê Şaxa SES’a Şirnexê Samet Kaya got ku li Elkê mafê tenduristiyê yê gel tê binpêkirin. Ji şêniyên navçeyê Ahmet Ataman jî got ku ji ber mudaxile nehate kirin, hevjîna wî felc bûye. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di sala 2013’an de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ya Şirnexê rapora “Ji bo erdhejê guncav nîne” da. Lê tevî raporê jî nexweşxanêe bi salaye tê bikaranîn. Piştî erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereşê jî biryara hate dayin ku tavilê bê hilweşandin. Bi biryarê re nexweşxane veguhestin dibistaneke navçeyê û hêj niha jî li wir xizmetê dide. Ji bo çêkirina nexweşxaneyeke nû Wezareta Tenduristiyê gelek caran îhale vekir û herî dawî kete ber îhaleyê û çêkirina wê dest pê kir.    Li nexweşxaneya behsa xeberê ya heyî hejmara bijîşkan û alavên tedawiyê pir kêm in lewma pêdiviyên welatiyan nayên cîbicîkirin. Nexweşên rewşa wan giran sewqî cihê herî nêz anku Şirnexa ku 169 kîlometreyan dûrî navçeyê. Hem rê hem jî dema zêde xetereyê li ser jiyana welatiyan çêdike.     Hevserokê Şaxa SES’a Şirnexê Samet Kaya    BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ YE   Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê Samet Kaya têkildarî rewşê axivî. Kaya, diyar kir ku ji bo bijîşk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê re bên şandin wan gelek caran serlêdan kirine. Kaya, wiha got: “Em dixwazin ku dema nexweşxaneya nû hate çêkirin, kêmasiya di hejmara bijîşkan de bê çareserkirin.” Kaya, nebûna bijîşk û alavên tenduristiyê weke “Binpêkirina mafê tenduristiyê” nirxand û wiha pê de çû: “Nebûna bijîşkan, sewqkirina nexweşan zêde dike. Ev rewş, ji bo welatiyên nexweş xetere ye. Ji ber ku nexweşxaneya navendî ya herî nêz 3 saetan dûr e. Heke bijîşkan neşînin, wateya vekirina nexweşxaneya nû jî namîne. Dê kêmasiytên di xizmetên tenduristiyê de bidomin û tedawî neyê kirin. Ji ber vê pirsgirêkê, gelek welatî ji bo tedawiyê koçî cihên cuda dikin. Hewceye beşên nû bên vekirin, hejmara bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê bên zêdekirin.”   ‘NAVÊ WÊ HEYE LÊ NEXWEŞXANE TUNE YE’   Ji şêniyên navçeyê Ahmet Ataman (78) da zanîn ku ji ber nexweşiyan sewqî Enqereyê hatiye kirin. Ataman, xwest pirsgirêka wan a nexweşxaneyê demildest bê çareserkirin. Ataman, wiha domand: “Nexweşiya KOAH’ê û gelek nexweşiyên min ên cuda hene. Demara stûyê min xitimî ye lewma diçim Enqereyê. Li vir ne bijîşk ne jî alav hene. Lewma nikarin derman bibin. Navê nexweşxanê heye lê nexweşxane nîne. Kî diçe sewqî nexweşxaneyên derdorê dikikn. Dema rewşekî lezgîn çêdibe dişînin Şirnexê û ev jî xetere ye. Divê nexweşxane wiha nebin.”   ‘JI BO NEXWEŞAN XETEREYEKE MEZIN E’   Ataman, da zanîn ku hevjîna wî ji ber ku mudaxileya lêzgîn nehate kirin felcê lê da û axaftina xwe wiha qedand: “Serê mirov jî biêşe dişînin Şirnexê. Ma nexweşxaneyeke wiha hebe çi ye nebe çi ye. Hevjîna min xwin çû ser mejiyê wê. Bêyî mudaxile bikin şandin Şirnexê. Ambulans tune bû lewma em li bendê man. Heta ambulans hatî em çûn Nexweşxaneya Şirnexê. Gelek dem derbas bû û felcê li hevjîna min da. Heke mudaxile zû bihata kirin dê wisa nedibû. Ev pirsgirêkeke mezin e. Divê bijîşk û alavan bînin nexweşxaneya me. Heke bijîşk û alav tune bin, ma nexweşxane bi kêrî çi tê?”    MA / Mahmût Altintaş