Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e 2024-10-23 09:06:04 AMED - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, işaret bi gengeşeyên pêvajoya nû kir û got ku di vê mijarê de daxuyaniya fermî ya Enqereyê, rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û qanûnên nexşerêyê wê gavên destpêkê bin. 9 sal di ser "pêvajoya çareseriyê" re der bas bûn. Piştî 9 salên di ser "pêvajoya çareseriyê" re derbas bûn, daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dîsa bûn cihên gengeşeyan. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku îşaret bi êrişên Îsraîlê yên li hemberî Lubnanê kirin, daxuyand ku "wê dor bê TIrkiyeyê jî." Piştî vê Bahçelî di 2'yê Cotmehê de li Meclisê çû cem parlamenetrên DME Partiyê û bi destê wan girt. Ev yel bû cihç gengeşeyên nû. Serokkomar Erdogan û AKP'iyan jî piştgirî dan can tevgerêçn Bahçelî.    Bahçelî duh di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de diyar kir ku "wê axaftineke eku nebe cihê genegşe û şîroveyan bike." Bahçelî bi şerî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vexwand civîna komê ya DEM Partiyê ku biaxive. Bahçelî di axaftina xwe de got: "Şayed tecrîda li ser serekê terorîstan bê rakirin, bila were Meclisê di Civîna Komê ya DEM'ê de biaxive. Bila biqîre ky teror qediyaye û rêxistin hatiye betalkirin. Ger vê hzê nîşan bide bila ji bo bikaranîna mafê hêviyê qanûn bên sererastkirin. Bila navnîşan ji Îmraliyê ber i DEM'ê ve biçe."    'A GIRÎN MIROV BER BI AŞTIYÊ VE BIÇE'   Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal gotin û nîqaşên Bahçelî nirxandin û got ku pirsgirêka kurd bi salan e di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye û girîng e ku her kes li ser vê mijarê biaxive. Bîrdal bal kişand ser vê yekê ku dînamîkên hundir û derve yên pirsgirêkê hene û got: "Helbet faktorên hundir û derve hene, lê sedem çi dibe bila bibe, girîng e ku li ser bê axaftin û gengeşekirin. Tiştekî girîng jî ew e ku meriv ji vir ber bi aştiyê ve biçe."    Bîrdal destnîşan kir ku daxuyaniyên AKP û MHP'ê ne li derî geşedanên li Rojhilata Navînê ne û got ku Tirkiye dixwaze qada xwe ya pevçûnê teng bike û dibe ku pêvajoyeke diyalogê ya bi vî rengî ya bi kurdan re ji bo mifha xw ebaş dîtibin.    'MUXATAB OCALAN E'   Bîrdal bal kişand ser mijara "muxatab"iyê ya di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: "Muxatabê sereke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Pêwîst e deriyê tecrîdê bi demokrasî û aştiyê bê vekirin. Ev qas dem e nahêlin bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Demildest divê tecrîd bê rakirin û paşê mirov dikare bi hevparî tevbigere."    Bîrdal got ku di vê mijarê de daxuyaniya fermî ya Enqereyê, rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û qanûnên nexşerêyê wê gavên destpêkê bin.