Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin 2024-10-23 09:06:50 STENBOL - Eren Keskînê diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi taybetî azadiya ramanê, binpêkirinên mafan û pirsgirêkên giran ên mafan heneç Keskînê got ku ev salek e serbestberdana 15 girtiyan tê astengkirin. Hat diyarkirin ku serbestberdana 15 girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê tên girtin û dihat payîn ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de bi şertî bihata berdan, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) ve salekê hatiye taloqkirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn ku di 17’ê Cotmehê de çû serdana girtîgeha ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, behsa binpêkirinên girtî rastî wan tên kir.   Keskînê diyar kir ku 15 girtiyên ku serbestberdana wan hatiye astengkirin demeke dirêj e di girtîgehê de ne û wiha got: “Ev kes bi salan e di girtîgehê de ne û bi kelecanekê li benda roja berdana xwe ne. Lê ger ÎGK ji tevgereke girtiyan jî hez neke dikare înfazên wan taloq bike. Ev bi tevahî ji ber pêkanînên keyfî yên li girtîgehê ye."    Keskînê bilêv kir ku cezayên hucreyê, ji bo taloqkirina înfazê wekî hincet tên nîşandan û got ku ev lijne li ser cezayê ku dadgeh dibire xezayekî din dibire. KEskînê wiha domand: "Em ferz bikin girtiyekî 30 sal ceza razaye. Ger bi hinceta nîşegirtinê 10 roj cezayê hucreyê lê bê birîn, lijne înfazê wî salekê dibire. Yanî roja çavê girtiyan li roja berdanê ye, ev lijne ji nişka ve radibe înfaza wan salekê dirêj dike."    AZADIYA FIKR Û RAMANÊ    Keskînê anî ziman ku bi vê pêkanînê azadiya fikr û ramanê a girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Pirsgirêka berbelav a li Girtîgeha Bakirkoyê, nîşeyên di civînan de tên girtin bi xwe ne. Li cem her girtiyekê 2 lênûsk hene. Di van lênûskan de nîşeyên sohbetê an jî agahiyên irtûkan dinivîsin. Ev tiştekî pir xwezayî ye. Lê belê ev nîşe wekî hincet têçn nîşandan û ceza li girtiyan tê birîn."    Keskîn destnîşan kir ku li Girtîgeha Bakirkoyê di bin navê lêgerînê de zexteke zêde li ser girtiyan heye. Keskîn da zanîn ku pêkanînên berê yên wekî "derxistina pêlavan" jî didomin û got ku girtiyên jin hê jî bêyî pêlav diçin hevdîtina parêzeran.    Keskîn bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Keskîn bilêv kir ku rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmakê her diçe xirabtir dibe, lê dîsa jî rabûne 10 roj cezayê hucreyê lê birîne. Keskîn da zanîn ku nexweşiya dil bi Tokmakê re heye û got:    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Dewlet nexweşiya Fatma Tokmakê baş dizane ji ber ku di sala 2005'an de ji ber nexweşiya xwe û bi rapora tiba edlî hat berdan. Lê dema cezayê wê teqez bû dîsa hat girtin û nexweşiya wî girantir bû. Niha jî bi hinceta notên ku girtiye 10 roj cezayê hucreya yekkesî lê hatiye birîn. Roja ku ez çûm wir rewşa wê bi rastî xerab bû. Got, 'Ez nikarim bêhê bistînim.' Rojê saetekê mafê wê yê hewadriyê heye. Ên mayî di hucreyê de derbas dike. Bi rastî jî ev pêkanîneke nemirovî ye."   Keskîn bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Kiymet Ilgazê jî. Keskîn destnîşan kir ku Ilgazê ji ber ku muayeneya bi kelemçe red kiriye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û got ku fikara Ilgazê ew e ku pençeşêr li pêsîrê wê peyda bûbe, lê ji ber muayeneya bi kelemeçekirî naxwaze biçe necweşxaneyê.    MA / Ferdî Bayram