Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye 2024-10-23 09:30:54 WAN - Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bêrîvan Polat û Oznûr Evîn diyar kirin ku xebatên xwe li gorî paradîgmaya azadîxwaziya jinê dimeşînin û bi projeyên xwe hewl didin xwe bigihînin hemû jinan, di mijarên civakî û hiqûqî de serwext bikin û qadên jiyanê biafirînin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de piraniya şaredariyên li bakurê Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayinkirin bi dest xist. Şaredariyên DEM Partiyî, şaredarvaniyeke jinê esas digire dikin û bi vekirina saziyên jinan ên ji hêla qeyûm ve hatibûn girtin dest bi karê xwe kirin.    Di 23’yê gulanê de li Wanê Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz hate çêkirin. Proje, ji hêla Şaredariya Rêya Armûşê ve hate dabînkirin û bi projeyê qadên îstîhdamê ji jinan re hate vekirin. Şaredariya Bêgiriyê di 24’ê îlone de Navenda Jiyan û Şêwirmendiyê ya Jinan a Sînemxanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Artemêtanê di 19’ê cotmehê de Navenda Jiyanê ya Jinan a hate vekirin. Di rojên pêş de jî dê li navçeyên Tûşba û Rêya Armûşê jî navendên jiyanê û pirtûkxaneyê vekin.    ‘ARMANCA ME EW E KU QADÊN JIYANÊ BIAFIRÎNIN’    Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bêrîvan Polat diyar kir ku piştî hilbijartinan ji bo vekirina saziyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dest bi xebatan kirine. Polat, got ku ew hewl didin bi xebatên xwe rê li ber tundî û komkujiyên li dijî jinan bigirin. Polat, wiha domand: “Lewma her saziya me ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin hatine vekirin. Armanca me ya esasî ew e ku ji bo jinan qadên jiyanê biafirînin. Em zêdetir li ser xebatên serwextkirinê disekinin û armanca me ew e ku jin di ferqa mafên xwe de bin. Her gava me ji bo wê ye ku qadên jiyanê yên jinan zêde bikin û bikarin di jiyana wan de cih bigirin. Ji bo jin ji hêla civakî ve çalaktir bibe dê projeyên me bidomin. Divê jin di qada îstîhdamê de çalaktir bibin.”    'JIN BI HEV RE BIHÊZ IN’    Polat, wiha domand: “Em dixwazin jinan daxilî qadên jiyanê bikin û rêjeya tundî û komkujiyên li dijî jinan kêm bikin. Li gorî me em ê bi rêya xebatên serwextkirinê bikarin vê hedefê pêk bînin. Em ê paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê li her derê vebêjin. Paradîgmaya me di rêveberiyên herêmî de bi awayekî herî baş pêş dikeve. Em bi projeyên xwe nîşan didin bê ka jin dikarin çi bikin. Jin bi hev re bihêz in.”    'DÊ BIGIHIJE CIHÊN HERÎ DÛR’   Ji endamên meclisê Oznûr Evîn jî ew hewl didin xwe bigihînin jinên li cihên herî dûr ên bajar jî û ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku jin bikarin ji hemû mafên xwe sûd bigirin. Navendên me vekirin, di heman demê de cihên serwextîkirinê ne. Armanca yekemîn a navendên şêwirmendiyê ew e ku rêjeya tundiyê were kêmkirin û hînî jinan bikin bê ka dê çawa xwe jê biparêzin. Ji bo aboriya jinên plan û proje hene. Ji bo vê perwerdeyên pîşeyî tên dayin.”    MA / Ozlem Yacan