Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin 2024-10-23 10:03:16   RIHA - Girtî Îsmet Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê vegotin û wiha axivî: “Ji me re dibêjin an dest ji nasnameya xwe an ku ji rûmeta xwe berdin an jî hûn ê ji mafên mirovan ên bingehîn sûdê negirin.”   Girtî Îsmet Karaz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin bi nameya ji ajansa me re şand re binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin vegotin. Karak, bal kişand ku girtîgeh ji bo şertên tecrîda giran li girtiyên siyasî bên ferzkirin bi taybetî hatiye dizayn kirin û wiha got: “Weke girtiyên siyasî yên kurd di 3’yê cotmeha 2021’an de em sirgunî vir hatin kirin. Em ji avaniya mîmarî ya vir bigirin heta şertên serdanê, bicihanîna pêdiviyên bingehîn ên rojane her pêkanîna vir taybet e. Ev der bi temamî li gorî esasê tecrîda giran hatiye dîzaynkirin. Ev girtîgehên wiha weke ‘super maksîmûm’ tên binavkirin. Bi vî awayî girtiyan bi awayekî pir alî bi polîtîkaya tenê hiştinê hedef digirin. Li vir girtî qasî fizîkî weke bîrdozî, psîkolojîk, çandî û civakî ji her aliyî ve hedef tên girtin û tecrîdeke giran li ser wan tê meşandin. Ji bilî vê nêzîkatiyên bêhiqûqî yên îdareyê jî tecrîdê kûrtir dikin.”   ‘SERLÊDAN BI DERENGÎ TÊN XISTIN’    Karak, diyar kir ku serlêdanên li dijî pirsgirêkên dijîn kirine bi derengî tên xistin û ev tişt gotin: “Beriya her tiştî ji me re dibêjin an dest ji nasnameya xwe an ku ji rûmeta xwe berdin an jî hûn ê ji mafên mirovan ên bingehîn sûdê negirin. Ji bo ku em di her şer û merci de nasnameya xwe diparêzin ji mafên mirovan ên herî bingehîn bêpar dimînin. Girtiyên din dikarin biçin atolyeyên wêneyan, qursan û aktîvîteyên din. Wan 2 saetan derdixînin cihê hewadariyê lê me dernaxînin. Ev netenê tişteke ku em weke cotstandartî binirxînin e. Em dixwazin têkildarî pirsgirêkan bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re hevdîtinê bikin lê weke ku tişteke wiha nebe tevdigerin. Em çend kesan ne bijmêrin kesê ku midûrê yekemîn dîtiye jî nîne. Midûrê duyemîn jî şûna ku çareseriyê ji pirsgirêkan re biafirîne rêya rewakirina xeletiyan dişopîne. Ev nêzîkatî pirsgirêkên heyî kûrtir dike.”   PIRSGIRÊKÊN HEYΠ   Karak, pirsgirêkên heyî wiha rêz kirin:    “* Ne tenê girtiyên ku cezayê hefsê yê muebeda girankirî lê birîne, girtiyên din jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Em girtiyên siyasî yên kurd weke li dijî qanûna înfazê, bi girtiyên cuda re di heman blokan de tên ragirtin. Ji ber vê yekê em pirsgirêkên bîrdozî, polîtîk, civakî û çandî yên gelek cidî dijîn.   * Berdin girtiyên ku li qawişên cuda tên ragirtin hev bibînin, temaseke herî biçûk jî tê astengkirin. Her korîdorek weke girtîgeheke cuda ji korîdorên din hatine cudakirin. Li gorî giştînameyê divê hefteyê herî kêm 10 saet û bi komên ji deh kesan pêk tên aktîvîteyên weke sohbet, spor, qurs, atolye bên kirin lê li vir tenê 6 kes hefteyê rojekê saet û nîvan sohbete dikin û saet û nîvan wan derdixînin sporê. Li dijî vê em ji hemû xebatên xwe yên civakî mehrûm dimînin. Mafê me yê saet û nîvan ê derxistina cihê hewadariyê heye lê me tenê saetekê derdixînin.    * Destûr nadin ku em di navbera xwe de amûrên weke pirtûk û rojnamevan biguherînin. Şandina pirtûkan a ji hevalên xwe yên li zindanên din tê astengkirin. Heke di nava pirtûkên ku bi koliyan tên de hevokek behsa tevgera azadiyê, kurdê azad, Kurdistanê bike em nikarin van pirtûkan bigirin. Bi sedemên keyfî gelek cezayên dîsiplînê û hucreyê tên dayîn. Dema me dibin cihê hewadariyê û tînin du caran bi dedektoran du caran jî bi fizîkî car caran li ser me lêgerînê dikin.    * Saetên me yên hevdîtinê wergirtine saet nehê sibê. Bi vî awayî hatina malbatên me yên dûrî bajarin zehmet dikin û bi awayekî fîlî hevdîtinan qedexe dikin. Cihê hevdîtina vekirî bi kabînên cam ji hev veqetandine û bi kamerayan dişopînin û li ser serê me gardiyan disekinin. Sewqên nexweşxaneyan her tim tên taloqkirin an jî betalkirin. Xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweşên giran an tê astengkirin an jî ji bo 6 mehan an salekê randevûyan didin. Ev rewş pirsgirêkên tenduristiyê giran dike. Girtiyên nexweşên giran an jî yên pîr di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û daxwaza wan a sewqkirina girtîgehên din nayê qebûlkirin.   * Li kantînê bi bihayên zêde tiştên bêkalîte tên firotin. Li kantînê ji bilî lênûskeke ji 40 rûpelan pêk tê û pênûsa bihibir tu malzemeyên kirtasiyeyê nayên firotin. Parçeyên tesîsata avê ku neguhezbar in û girêdayî budçeya Wezaretê ne difiroşin, kesên pere nedin an jî nikarin bidin dema muslûxên wan xera dibin nayên tamîrkirin û bêav dimînin. Îdareya girtîgehê biryarên Dadgeha Înfazê an AYM ji bo başiya me didin pêk naîne.”   Karak, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê ku giliyên xwe lê dikin rewşê rewa dike û ev nirxandin kir: “Ev der girtîgeheke taybet û ewlehiya bilind e.” Karak, destnîşan kir ku li dijî vê rewşê dest ji daxwazên xwe yên demokratîk û têkoşîna li dijî vê rewşê bernedin.”   MA / Ceylan Şahînlî