Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû! 2024-10-23 10:22:18   AMED - Îtîrafkar Umît Akbiyik derheqê bi sedan kesan de îfade dabû. Derket holê ku îtîrafkar Akbiyik îfadeyên xwe bêyî parêzerê wî Abdullah Bariş amade daye û parêzer piştre weke ku li wir amade be girtek îmze kiriye. Baroya Amedê têkildarî parêzerî lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.    Di 25’ê nîsana 2023’yan de rojnameger, hevşaredar, siyasetmedar û hunermend jî di nav de derheqê zêdetirî 700 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Têkildarî lêpirsînê nelirêtiyeke nû derket holê. Hat zanîn ku îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ku bi îdiayên derew bû sedema binçavkirina bi sedan kesan û girtina bi dehan kesan, bi awayeke derqanûnî û derusûlî hatine girtin. Di danişîna 5’emîn a doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok de parêzerê wî Resûl Tamur belge pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Di belgeyan de eşkere bû ku îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bêyî parêzerê wî Abdullah Bariş amade be hatiye girtin û parêzer demekî piştre ev girteka îfadeyê îmze kiriye.    Di danişîna rojnameger Gok de parêzer Tamur, temamiya îfadeya îtîrafkar Akbiyik pêşkeşî dadgehê kir. Tamur, wiha got: “Îfade, di 10.01.2023’yan saet di 19.05’ê de dest pê kiriye û bi şev saet di 02.10’ê de bi dawî bûye. Em dixwazin balê bikişînin ser bêusûliya di beşa bi dîroka 11.01.2023’yan de. Destpêka îfadeya di 11.01.2023’yan di rûpela 34’emîn de weke 09.30 hatiye diyarkirin. Di rûpela 45’emîn de jî tê gotin ku saet di 11.13’ê de navber hatiye dayin û saet di 11.50’ê de dîsa îfade domandine. Ev yek di girtekê de heye. Di bin kirariya navberê de îmze û navên parêzer Abdullah Bariş, gumanbar Umît Akbiyik û hêzên ewlekariyê heye. Bi awayeke fermî xuya dike ku parêzer Abdullah Bariş di îfadeyên saet di navbera 09.30-11.13’ê ya di 11.01.2023’yan de cih girtiye. Agahî hat ber destê hevpîşeya me Ozum Vurgun ku parêzer Abdullah Bariş di roj saeta îfade girtî de li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê beşdarî danişînê bûye. Li ser vê yekê, ji bo ku Baroya Amedê derheqê Abdullah Bariş de lêpirsîna disiplînê bide destpêkirin serlêdan kir.”    DEMA AKBIYIK ÎFADE DIDA PARÊZER LI EDLIYEYÊ BÛ    Tamur, da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de ji 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re muzekkere hatiye nivîsandin û dadgehê jî bersiv daye. Tamur, wiha domand: “Di bersivê de wiha hatiye gotin; ‘Di encama lêkolîna UYAP’ê de eşkere bû ku parêzer Abdullah Bariş beşdarî rûniştina dosyaya me ya bi hejmar 2021/185 a di 11/01/2023’yan de bûye. Ev celse saet di 10.52’yê de dest pê kiriye lê nehatiye tespîtkirin bê ka saet di çendan de bi dawî bûye...’  Her wiha dadgehê zapta danişînê ya ku Abdullah Bariş tev li bûye jî ji baroyê re şandiye.”    SEXTEKARIYA DI EWRAQÊ DE Û BINPÊKIRINA PEYWIRÊ    Tamur, zapta danişînê ya dadgehê ya têkildarî danişînê pêşkeşî şandeyê kir. Tamur, di çarçoveya lêpirsîna disiplînê ya Baroya Amedê de ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestine ku agahiyên ketina parêzer Abdullah Bariş a edliyeyê ji wan re bişînin. Tamur, got ku di bersiva serdozgeriyê de jî eşkere bûye ku di îfadegirtina Umît Akbiyik a di 11’ê çileya 2023’yan de bêusûlîtî hatiye kirin. Tamur, têkildarî ewraqên pêşkeşî dadgehê kirî de jî ev tişt anî ziman: “Di ewraqên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê şandî de eşkere dibe ku Abdullah Bariş hem ketiye avahiya sereke hem jî ji beşa hiqûqê ketiye hundir. Weke encam, bi ewraqên fermî derketiye holê ku parêzerê bi navê Abdullah Bariş di îfadeyan de cih negirtiye. Îfade bêyî parêzer hatiye girtin. Li gorî nêrîna me, demek piştî îfade hatiye girtin parêzer çûye girtek îmze kiriye. Anku îfade bi awayeke derqanûnî û derusûlî hatiye girtin. Di çarçoveya van îfadeyan de derheqê parêzer û memûrên ev belgeye amade kirin de serlêdana sûc hatiye kirin. Di serî de sextekariya di ewraqan de û binpêkirina peywirê, gelek sûcên din di vê karûbarên îfadeyê de hatine kirin. Lewma jî sûcdarkirina miwekîlê min a ji ber van îfadeyan dê derqanûnî û derusûlî be. Me pêvek pêşkeşî we kirin, dibêjin ku îfade bi awayekî derqanûnî û derusûlî hatine girtin û di vê çarçoveyê de dixwazin ku hukmê cezayê esas neyê girtin.”    Danişîna 5’emîn a doza edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok a ji ber xebatên pîşeyî û îfadeyên îtîrafkar Umît AKbiyik bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê da zanîn ku ji bo guhdarîkirina şahidê nepen “CV23TY45UP78” ê îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebatên çapemeniyê dimeşîne” dikiar muzekkere hatibû nivîsandin lê ji ber bersiv nehatiye dayin, “ji bo dosya venemîne” ev daxwaz hatiye betalkirin. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derve ya Gok bidome, xwe li benda dosyaya ji bo temyîzê ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin bigirin û mînakeke dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 2024’an de derheqê Gok de vekirî were xwestin. Dadgehê danişîn taloqî 30’ê çileya 2025’an kir.