Li Tetwanê bi ser malan de girtin 2024-10-23 10:24:53   BEDLIS - Îro di danê sibehê de li navçeya Tetwanê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.    Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeya Tetwan a Bedlisê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de kesên bi navên Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz, Milazim Aysal û Diyar Aysal hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de polîsan derî şikandin, alav û amûrên welatiyan belav kirin û dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.