Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin? 2024-10-23 10:37:32   AMED - Amediyên ku gotinên Devlet Bahçelî û Ozgur Ozel nirxandin, destnîşan kirin ku çarserî û aştî bi avêtina gavên şênber pêkan e.    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya duh li Meclisê kir, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 43 meh in agahî jê nayê wergirtin qebûl kir. Bahçelî li Meclisê wiha got: “Heke tecrîd rabe bila were li Meclisê di Koma DEM Partiyê de biaxive. Bila bibêje ku teror bitemamî xelas bûye û rêxistin hatiye fesixkirin. Heke vê vînê nîşan bide bila heta dawiyê pêşî li sererastkirina qanûnan a têkildarî bikaranîna mafê bê vekirin. Bila navnîşan ji Îmraliyê bigihe DEM’ê.”   Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî diyar kir ku divê li ser maseyeke ku hemû partiyên siyasî lê heyî pirsgirêka kurd were axaftin û wiha hate gotin: “Em kurdan bikin xwediyê Komara Tirkiyeyê. Em weke partiya damezrîner li vir in, em teklîf dikin ku her tiştî bi hev re bikin.”   Nîqaşên di siyasetê de berdewam dikin, têkildarî tiştên diqewimin, me mîkrofon dirêjî welatiyên li Amedê kirin. Welatiyên ku daxuyaniyên Tifaqa Cûmhûr û CHP’ê nirxandin, destnîşan kirin ku ku çarserî û aştî bi avêtina gavên şênber pêkan e.    Hin welatiyan diyar kirin ku bi gotinên Bahçelî yên dawî mat mayî mane. Gelemperiyê welatiyan xwestin ku operasyon û tecrîda li ser Îmraliyê bê bidawîkirin û gavên şênber bên avêtin.