Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe 2024-10-23 11:24:52   ENQERE - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku dibe li pişt daxuyaniyên AKP’ê û MHP’ê “planeke bixeter” hebe û wiha got: “Heta ku rasterast bi Serok Apo re hevdîtin neyê kirin û dengê wî neyê bihîstin, qiymeta gotinên yek alî nîne.”   Nîqaşên “pêvajoya nû” yên têkildarî çareseriya pirsgireka kurd hêj di rojevê de ne. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna xwe ya duh de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl kir û banga “Bila were li Meclisê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive” kir. Bahçelî ji bo “mafê hêviyê” ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jê re got ku “tedbîrên pêwîst bigirin” “fesixkirina rêxistinê” weke şert pêşkeş kir.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî pişt re got ku “destê xwe bilind dike” û ev tişt gotin: “Ez teklîfî kurdan dikim ku bibin xwediyê dewleta Komara Tirkiyeyê.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê muxatabê aştiyê birêz Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtine. Cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e. Em amadene ku ji bo aştiyeke birûmet înîsiyatîfê bigirin.”   Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan jî li ser hesaba xwe ya medyayê ya X’yê ev peyam parve kir: “Em hêvî dikin ku firsenda dîrokî ya ji aliyê Tifaqa Cûmhûr ve hatiye pêşkeşkirin qurbanî hesabên şexsî neyên kirin. Em dixwazin weke saziya siyasetê, Meclis, saziyên sivîl ên civakî, çapemenî, akademî û hemû gel bi hev re Tirkiyeyeke ku teror û tundî lê neyî ava bikin.”   KARTAL: BANGEKE NE CIDÎ YE   Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal daxuyaniya Bahçelî û nîqaşên “pêvajoya nû” yên di rojevê de nirxandin. Kartal bal kişand ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de her serdemê amade ye ku rolê bigire û banga Bahçelî ya “Rêxistinê fesix bike” weke “bangeke ne cidî” penase kir.    Kartal, wiha domand: “Bangeke bi vî rengî ya li Rêberê Gelê Kurd ê di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, gelên Tirkiyeyê bi awayekî azad û wekhev bijîn têdikoşe tu cîdiyeta xwe nîne.”   ‘TU QIYMETA GOTINÊN YEK ALÎ NÎNE’    Kartal, bal kişand ku daxuyanî yek alî ne û wiha got: “Ev desthilata ku li dijî gelê kurd şerekî di asta qirkirinê de bi rê ve dibe van daxuyaniyan dide. Lê piştî 3 rojan 43’yemîn meha tecrîda li Îmraliyê dê temam bibe. Heta ku rast e rast bi Rêber Apo re hevdîtinek neyê kirin, dengê wî neyê bihîstin, tu qiymeta gotinên yek alî nîne.”   ‘DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê TENGAV BÛYE’    Kartal ê got ku “Desthilata AKP’ê û MHP’ê tengav bûye, Plana Çokdanînê ya bi biryara Lijneya Ewlehiya Netewî di sala 2014’an de kete meriyetê bi bîr xist û got: “Di 10 salan de pêvajoyên gelekî giran qewimîn û ji bo ku encam were bidestxistin her tişt hate kirin. Li Tirkiyeyê pergal hate guhertin. Planên ku ji bo encamê bidest bixin hatin pûçkirin. Berovajiyê wê pergala dewleta Tirkiyeyê ber bi têkçûnekê ve diçe. Weke leşkerî encam negirtin, weke siyasî jî krîzeke cidî heye û krîzeke mezin a aboriyê heye. Pergal radestî mafya û çeteyan hate kirin. Ji wî alî ve jî tengaviyeke mezin heye. Lêgerînên xelasbûna ji vê tengaviyê hene. Lê ev lêgerîn bi kemîn, hîle û lîstikan nabin. Ev lêgerîn bi awayekî aşkere û diyaloga du alî dibin. Niha lîstikeke bideng a yek alî heye. Ne pêkane ku di nava vê de cih bigirin.”   Kartal ê got ku “Heke rastî jî lêgerîneke bi bingeha diyalogê hebe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin” û wiha got: “Heta ku dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê bihîstin tu qiymeta van gotinan nîne.”   ‘DIBE KU PLANEKE BIXETERE BE’    Kartal, bi lêv kir ku dibe ku li pişt van axaftinan “planeke bixeter hebe” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelê me hişyar be. Divê ji bo azadiya Rêber Apo û rakirina tecrîdê li ser piyan be. Divê herkes di vê mijarê de dilnerihet û pozîsyoneke amade de be, li ser piyan be. Divê kes sist nebe. Ji ber ku kesên ku vê polîtîkayê dimeşînin, ev plan avakirine, di heman demê de dixwazin ku sistiyekê bidin avakirin.”   Kartal ê got ku “pêşwazîkirina bangan bi spasî û keyfxweşiyê bi yek gotinê xeflet e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke pêvajoyek were destpêkirin divê pêvajoyeke ku Rêber Apo weke sermuzakerevan cih bigire li ber çavan were girtin. Divê herkes di vê bingehê de nêz bibe. Nêzîkatiyên ji derveyî vê yekê lîstik, kemîn û komplo ne. Divê bi vî rengî bi nav bikin.”   MA / Firat Can Arslan