Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin 2024-10-23 12:49:00   STENBOL - Danişîna doza 38 kesên ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de  ji bo ku parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin.    Danişîna 25’emîn a doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de 38 endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.   Dozger mutalaya xwe ya kut ê de xwestibû 35 kes bi “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin û 3 kes jî bên beraetkirin dubare kir. Hidir Dogan ê negirtî tê darizandin anî ziman ku ji ber xebatên xwe yên sendîkayî tê darizandin.    Dû re parêzera Fîlîz Yilmaz a negirtî tê darizandin Şûle Recepoglûyê diyar kir ku muwekîla wê ji ber axaftinên xwe yên telefonê 5 mehan girtî ma û destnîşan kir ku 38 kes ji ber xebatên xwe yên siyasî û sendîkayî tên darizandin.    Fîlîz Yilmaz jî diyar kir ku hemû xebatên xwe di bin banê HDP’ê de bi awayekî qanûnî meşandiye.    Parêzera Atîla Şahîn, Dîren Cevahîr jî bal kişand ku HDK saziyeke sivîl a civakî ye û da zanîn ku muwekîlê wê kesekî ku jiyanê diparêze ye.    Atîla Şahîn jî tev li parastina parêzera xwe bû.    ‘BI AXAFTINÊN TELEFONÊ ÎDIANAME NIKARE BÊ AMADEKIRIN’    Parêzerê Îsmaîl Adalmiş, Huseyîn Bogatekîn jî destnîşan kir ku cihgirtina nav xebatên partî, komele û sendîkayan qanûnî ye û got: “Ev darizandineke neheq e. Ji ber ku bi axaftina bi 3 telefonan bi sûcdariya rêxistinê tê sûcdarkirin. Ev rêbaz rêbaza cemaeta Fetûlahiyan e. Bi tenê axaftinên telefonê îdianame nikare were amadekirin. Em di lêkolînên hatine kirin de dibînin ku tu delîl nehatine peydakirin. Tenê têkildarî HDP’ê hin peyam hene. HDP jî partiyeke siyasî û qanûnî ye.”    Îsmaîl Adalmiş destnîşan kir ku axaftina wî ya bi telefonê ne sûc e.    Kesên tên darizandin û parêzerên wan daxwaza beraetê kirin.    Şandeya dadgehê ji bo ku parastin bên temamkirin danişîn taloqî 28’ê mijdarê kir.