Ozel: Em aştiya civakî diparêzin 2024-10-23 13:09:52   AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Mînareya Çarling û têkildarî gotina îktîdarê ya “pirsgirêka kurd tune ye” ev tişt anî ziman: “Dema em tên Amedê dibînin ku pirsgirêka kurd heye. Beriya her tiştekî pirsgirêka tevlibûneke demokratîk a kurd heye.”    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel serdanên xwe yên li Amedê didomîne. Ozel, çû Mînareya Çarling a li Sûrê ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li wir hatibû qetilkirin. Ozel û şandeya pê re qurnefîl danîn cihê Tahir Elçî lê hatibû qetilkirin.    Rojnamegeran li wir têkildarî serdana Amedê pirs ji Ozel kirin. Ozel, beriya serdana esnafan daxuyaniyeke kin da û wiha got: “Mêvanperweriya Amedê her tim baş e lê em keyfxweş in ku eleqeya ji bo me her ku diçe zêdetir dibe. Amed, CHP’ê hembêz dike. Ev gelek girîng e û sedemên vê yên cuda hene. Weke CHP’ê ji bo aştiya civakî çi bikeve ser milê me em ê bikin. Di vê mijarê de em banga jidilbûnê li hikûmetê dikin. Em li kolanên vir heman fikaran dibînin. Em dibînin ku piştgiriyeke mezin didin nêzikatiya CHP’ê. Em ji vê keyfxweş in. Çi bikeve ser milê me em ê bêhtir bikin. Em li gel aştiya civakî ne. Xuyaye ku Amed jî li gel vê ye.”    ‘PIRSGIRÊKA TEVLIBÛNA DEMOKRATÎK HEYE’   Di berdewamê de Ozel wiha got: “Mixabin Erdogan û Bahçelî îro dibêjin ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Lê dema mirov tê Amedê dibîne ku pirsgirêka kurd heye. Beriya her tiştekî pirsgirêka tevlibûneke demokratîk heye. Em li bajarên xwe dikarin weke şaredar bên hilbijartin lê serokê şaredariya vir Selçûk Mizrakli ev 5 sal in girtî ye. Bi inyeta qeyûm dest bi vê pêvajoyê jî kirin. Dê li Wanê mazbata bidana partiya duyemîn. Li wir gel bi mafdariya xwe seknek nîşan da. Qeyûm tayînî Colemêrgê kirin û em bi hev re li dij derketin. Pirsgirêkeke nûnertiya demokratîk a van mirovan heye. Têkildarî azadî, binpêkirinên mafan pirsgirêk hene. Pirsgirêka xizaniyê heye. Tevek jî li gel çareseriya demokratîk, aştiya civakî ne. Em 86 milyon divê hev hembêz bikin. Lewma jî em nabêjin ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Heta ku kurd dibêjin ‘pirsgirêkên me çareser bûne’ ev pirsgirêk heye.”    Piştî serdana esnafan, Ozel bi rêveberiya Amedsporê re civiya.