Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan 2024-10-23 13:50:09   ENQERE - Karkerê bi navê Edîp Bozkurt li Nevşehîrê ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribû, êriş lê hatibû kirin û hatibû girtin. Bozkurt, hate berdan.    Karkerên Amedî yên li montoja tesîsa enerjiya rojê ya li Taxa Aksalur a nvaçeya Urgup a Nevşehîrê dixebitîn, di 23’yê tebaxê de bi hinceta ku formayên Amedsporê li xwe kirine rastî êrişê hatibûn. 13 karker piştre jî ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyê. Karker, piştî tedawiyê hatibûn binçavkirin. Ji karkeran 12 jê piştre hatibûn berdan. Ji karkeran Edîp Bozkurt ê gule li piyê wî ketibû, li ser îfadeya kesekî ku digot; “Kesek kêr kiriye” hatibû girtin.    Dadgeriya Cezayên Sulhê piştî lêkolînkirina rewşa girtî ya mehane, ji bo Bozkurt biryara tehliyeyê da.