‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’ 2024-10-23 14:11:41   WAN - Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê ku bi armanca balê bikişîne ser “Çeteya Yenîdogan” daxuyanî da, diyar kir ku li Tirkiyeyê tenduristî veguherandine qada bazirganiyê û anî ziman ku ev rewş encama polîtîkaya veguherîna tenduristiyê ye ku li Tirkiyeyê tê meşandin.   Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê bi armanca balê bikişînin ser krîza tenduristiyê ya derket holê li avahiya şaxa xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li avahiya şaxa wan hate kirin de pankarta “Bazirganiya di tenduristiyê de mirin e” hate daliqandin. Di daxuyaniyê de Serokê Odeyê Ahmet Koç axivî.    Koç, diyar kir ku bûyera di lênêrînên awarte ya “zarokên nû ji dayik bûyî” de ji ber bêkontrolî, çetetî û tenduristiya veguherandin qada bazirganiyê pêk hat û anî ziman ku tiştên di tenduristiyê de qewimîne rewşeke xeternak e.   POLÎTÎKAYA VEGUHERÎNA TENDURISTIYÊ    Koç, bal kişand ku li Tirkiyeyê di rewşeke asayî de divê lênêrînên awarte yên ji bo zarokên nû ji dayik dibin li nexweşxaneyên cemaweriyê zêdetir bin û da zanîn ku li nexweşxaneyên taybet ên li Wanê lênêrînên awarte yên ji bo zarokên nû ji dayik dibin zêdetir in. Koç diyar kir ku li Tirkiyeyê tenduristî veguherandine qada bazirganiyê û anî ziman ku ev rewş encama polîtîkaya veguherîna tenduristiyê ye ku li Tirkiyeyê tê meşandin.