Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin 2024-11-04 16:06:33 WAN - Girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin, li ser biryara bijîşkan sewqî ATK’ê hate kirin.  Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî piştî Dadgeha Bilind cezayê wî yê 8 sal û 9 mehan erê kirî di 3’yê cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Gemîcîoglû nexweşê penceşêra rûviya stûr e û nexweşiyên wî yên weke prostat û dil jî hene. Gemîcîoglû ji roja hatiye girtin heta niha hema hema her roj sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Di şeva 25’ê cotmehê de jî rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxanaye Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Gemîcîoglû ev 10 roj in li beşa lêninêrîna awarte tê tedawîkirin.    Di çarçoveya rapora bijîşkan de Gemîcîoblû sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. Nayê zanîn bê ka dê Gemîcîoglû bibin ATK’a Stenbolê yan na.