Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin 2024-11-06 16:55:58 RIHA - Hat zanîn ku kesên li Xelfetiyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi lêgerîna tazî, tundî û gefxwarinê re rû bi rû man.  Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê di serdegirtinên malan de 16 kes bi hinceta beşdarî protestoya qeyûm bûne, hatibûn binçavkirin. Hê jî gelek kes di binçavan de ne. Kesên di binçavan de bi boneya tundî û lêgerîna tazî ya li emniyetê li wan hatiye kirin, serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dan.    LI MIDÛRIYETA POLÎSAN TUNDΠ   Adle Fîdan di serlêdana xwe de diyar kir ku di binçavan de ew bi tundiya devkî û fizîkî re rû bi rû maye û got ku li Midûriyeta Polîsan a Xelfetiyê polîsekî şîmaqê li rûyê wê xistiye. Fîdan got ku gelek polîsan çêr û heqaret lê kirin e.    Yusuf Yeşîltepe jî anî ziman ku ew bi êrişa fizîkî re rû bi rû maye û dema destê wî kelemçekirî bûye polîsan bi kulman lê dane û tundî lê kirin e. Yeşîltepe da zanîn ku ji ber tundiya polîsan ruyê wî reş û şîn bûye û werimî ye û her wiha leva wî qelişî ye.    LÊGERÎNA TAZÎ Û GEFXWARIN    Mizgîn Çîftçî jî destnîşan kir ku ew li navenda Rihayê hatiye binçavkirin û dema wê birine Xelfetiyê bi lêgerîna tazî ya leşkeran re rû bi rû maye.    Kerem Bîlgî yê niha di binçavan de ye jî got ku polîsan tundiyê lêk iriye û polîsan heqaret lê kiriye û gefa kuştinê lê xwarin e.    SÎLEH XISTINE SERÊ WΠ   Azîz Çetîntaş ê hê jî di binçavan de ye jî di daxwaznameya xwe ya gilîkirinê de destnîşan kir ku polîsan sîleh xistiye serê wî û gefa kuştinê lê xwarin e.    Hat zanîn ku wê OHD li dijî binpêkirina mafên welatiyan dê li dozgeriyê gilî bike.