Rojnamevan Karabay hat girtin 2024-11-09 21:57:16   STENBOL - Nûçegîhanê 10Haberê Furkan Karabay ku derbarê lêpirsîna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de nûçe çêkiribû hat girtin.   Nûçegîhanê 10Haberê Furkan Karabay piştî derbarê lêpirsîna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de ku erka wî hat desteserkirin û hat girtin, nûçe çêkir û parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal hat girtin.   Karabey li midûriyeta polîsan di îfadeya xwe de bi “hedefgirtina karmendê dewletê” û “bi awayekî eşkere belavkirina zanyariyên derew di nav gel de” hat sûcdarkirin.   Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, rojnamevan Karabey bêyî îfadeya wî ya dozgeriyê bê girtin bi îdîayên nêzî hev û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. Dadgeriyê bi heman hincetan derbarê rojnamevan Karabey de biryara girtinê da.