Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin 2024-11-10 08:57:20 AMED - Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de ji bo bersûcên girtî biryara domandina rewşa girtî hate dayin.  Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Guran li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Danişîn 3 rojan berdewam k ir û li bersûcan û şahidan hate guhdarîkirin.    Di lêpirsînê de bersûc û şahidan îfadeyên hevnegirtî dan. Bersûc û hinek şahidan gotin ku di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab hatine. Gelek pirsên têkildarî mirina Narînê nehatin besivandin. Di îfadeyan de piranî peyvên “Nizanim” û “Nayê bîra min” derketin pêş. Malbata Guran û xizmên wan Nevzat Bahtiyar sûcdar kirin. Bahtiyar jî malbata Guranê sûcdar kir.     Di danişînê de dozger daxwaza domandina rewşa girtî ya dayik Yuksel Guran, kek Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar kir.    Dadgehê piştî parastinan biryara xwe ya navberê da. Dadgehê biryar da ku daxwaza tevlibûnê ya Arîf Guran û wekîlê wî qebûl dikin, tevlibûna Baroya Amedê qebûl dike, wekîl li UYAP’ê bên zêdekirin, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî tev li bibe. Her wiha daxwaza ku Baran Guran weke gilîker tev li bibe jî red kir.  Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya her 4 bersûcan bidome. Danişîna dozê taloqî 26’ê kanûnê hate kirin.