Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe 2024-11-10 10:54:47 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir klu divê nîqaşên têkildarî pirsgirêka kurd tenê bi axaftinên ser kursiya Meclisê bisînor nemînin û wiha got: “Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên amadekirin û pêşî lê were vekirin ku weke muxatab beşdarî pêvajoyê bibe.”  Nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd didomin. Dema ev nîqaş didomiyan de li şaredariyên Esenyurt a Stenbolê, Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî nîqaşên ser pêvajoya nû û muxatabiyê û tayînkirina qeyûman ji Ajansa me re axivî.    ‘JI SALA 1912’Ê VE TIŞTEK NEGUHERIYE’   Uçar, diya kir ku meseleya tayînkirina qeyûman, amûra rejîma nû ya îktîdarê ye û wiha got: “Her wiha projeya navendîbûnê ye. Siyaseta DEM Partiyê siyaseta Rêya Sêyemîn e ku li dijî yekperestî û neteweperestiyê, nirxên welêt li dora demokrasiyê dicivîne. Di vê çarçoveyê de jî modêla ‘Lihevkirina bajar’ pêş xist. Dixwazim mînakekê ji dîrokê bidim; pêşhilbijartina ewil a giştî ku weke ‘hilbijartina biço’ tê pênasekirin, di sala 1912’an de hat lidarxistin. Huseyîn Kenan Bedirxan ji Sêrtê ku wê demê girêdayî Bedlisê bû weke wekîl hat hilbijartin. Piştî hilbijartina Bedirxan, hilbijartin betal kirin û Nazim Beg li şûna wî hilbijartin. Çima wisa kirin? Ji ber ku Bedirxan bi dengên ermen, keldan û ereban hate hilbijartn. Mîna ‘Lihevkirina Bajar’ a li Esenyurtê bû. Wê demê ji bo Bedirxan gotin ‘Dabeşkar’ û ‘Ewan’ e. Xuyaye ku ji wê rojê heta niha tiştek neguheriye. Tayînkirina qeyûm a li Esenyûrtê, êrişeke li dijî ‘Lihevkirina Bajar’ bû.  Piştre qeyûm tayînî Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kirin.”    HELWESTA CHP’Ê   Uçar, diyar kir ku “Lihevkirina Bajar” ne tenê bi CHP’ê re bi gelek rêxistinên civaka sivîl, komele û derdorên civakî yên cuda re jî hatiye kirin. Uçar, bi bîr xist ku dema mijara behsa xeberê dibe kodên dewletê, CHP jî li rex îktîdarê cih digire. Uçar, wiha domand: “Lê her çend bes neke jî CHP xwedî helwesteke ku guh dide daxwazên mafdar ên gelê kurd û nirxên demokratîk. Îktîdar jî ji vê rewşê aciz e. Hebûna kurd û elewiyan, çavkaniya tundrewî û tundiya dewletê ye. Di vê polîtîkayê de rola CHP’ê jî zêde ye. Ji bo me di mijara têkiliyên navbera CHP û îktîdarê de ya girîng ew e ku destkeftên gelê kurd nebin mijara bazariyê. Lê li gorî min sedema hedefgirtina CHP’ê ya niha, girêdayî vê pêvajoya nav lê nehatiye kirin e.”    Bi domdarî Uçar destnîşan kir ku Mêrdîn bajarekî ku gelek gel û bawerî lê dijîn e û bi êrişa dawî re ne tenê şaredarî, îradeya demokratîk a bajar hedef hatiye girtin. Uçar, anî ziman ku dewlet dixwaze bermahiya hîzbîkontrayê HUDA-PAR’ê li Êlihê bike serwer û têkoşîna azadiyê ya jinan bifetisîne. Uçar, got ku Xelfetî jî bajarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, kurd û tirkmen bi hev re dijîn lewma hedef hatiye girtin.    ‘AKP’ Ê NE TENÊ RANT LÊ BAWERÎ Û ÎKTÎDAR JÎ WINDA KIR’   Uçar, daxuyand ku AKP’ê di 31’ê Adarê de ne tenê şaredarî û rant, her wiha bawerî û îktîdar jî winda kir. Uçar, bi lêv kir ku wan têkoşîna birûmet û daxwazên azadiyê yên gelê kurd kir rojeva hemû Tirkiyeyê û îktîdarê jî tundiya xwe kir para hemû Tirkiyeyê. Uçar, wiha domand: “Em ji hêla ekolojîk, jin, çand û zimanî ve bi qirkirinê mezin re rû bi rû ne. Ji bo temamkirina vê qirkirinê jî dixwazin tevahiya rêveberiya giştî bixin destê xwe. Em ji vir dibînin ku pir tengijîne.”    ‘DIXWAZIN ROJEVA ME YA ESASÎ BIGUHERÎNIN’   Uçar, têkildarî bertekên li dijî tayînkirina qeyûman jî got ku divê xeta têkoşîna hevpar were xurtkirin. Uçar, kampanyaya bi daxwaza azadya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di asta kûrewî de hatiye destpêkirin, mitînga bi vê mebestê di 13’ê cotmehê de li Amedê hatiye lidarxistin û hwd. bi bîr xist û got: “Di esasê xwe de tiştên diqewimin, eleqeya xwe bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan re heye. Dixwazin rojevê biguherînin. Bi vê yekê re bersivê didin vê daxwazê û paradîgmaya çareseriya demokratîk a birêz Ocalan. Aqilê dewletê hêj jî meseleya kurd weke meseleya bazariyê dibîne. Teslîmiyetê ferz dikin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê meseleya qeyûman jî çareser nebe lewma divê em li çareseriya meseleya kurd binêrin.”    ‘TIRKIYE LI DERVEYÎ HEVKÊŞEYAN HATE HIŞTIN’    Ji bo axaftinên Devlet Bahçelî yên têkildarî Abdullah Ocalan, pirsgirêka kurd û “tesfiyekirina rêxistinê” jî Uçar ev nirxandin kir: “Gotinên Bahçelî û Erdogan tenê li ser kursiya Meclisê ne. Ev meseleye ne meseleya duh e. Meseleyeke sedsalî ye. Lewma divê micid nêz bibin. Divê êdî ne tenê mijara axaftinên kursiyê bin. Meseleya kurd muzakere dikin lê em nizanin bi kê re dikin. Îxtîmaleke mezin di navbera xwe de diaxivin. Qala aştiya navxweyî û xurtkirina eniya navxweyî dikin. Lê kurd qet di nava vê eniyê de tune bûn. Ma dê li gel kê xurt bikin? Tirkiye ji hêla jeo-stratejiyê ve xwedî cihekî girîng bû lê car ewil e li derveyî korîdora enerjiyê ma û li derveyî hevkêşa polîtîkaya derve hate hiştin. Vê jî bi xwe re krîzeke mezin anî. Cihê esasî yê ev krîz lê tê jiyîn jî Rojhilata Navîn e.    KURD LI ROJHILATA NAVÎN HÊZEKE SEREKE NE    Rojhilata Navîn ji hêla aborî û siyasî ve navenda cîhanê ye. Lewma heke tiştek biguhere, yek ji cihên dê serkêşiyê jê re bike jî Rojhilata Navîn e. Baş e li vê Rojhilata Navîn kî hêz e? Tevî ku dewleta wan tune ye jî hebûna gelê kurd, têkoşîna gelê klurd. Tirkiye ji bo çareserkirina vê krîza siyasî û civakî, hewl dide bi kurdên xwedî hêz re bê gel hev. Lê rêbaza wan xelet e. Ji ber ku heta bi kurdan re ne axive, neyê gel hev, dîrok û hebûna wan qebûl neke nabe. Bahçelî herî daw got; ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Ev gotin, nêzikatiya wan bi eşkereyî nîşan dide. Ji hêla me ve heta tecrîda li Îmraliyê ranebe, heta birêz Ocalan azad nebe, dê ev gotin ji bilî nîqaş û bazariyê xwedî tu wateyên din nebin. Lewma jî divê dewlet gavên mezin biavêje. Divê ev pêvajo bi muxataban re were nîqaşkirin û bingeha wê were amadekirin ku niha bingeheke wiha tune ye.”    ‘MAFÊ HÊVIYÊ NABE MIJARA BAZARIYÊ’   Uçar, têkildarî “Mafê hêviyê” û şertê Bahçelî yê “tesfiyekirina rêxistinê” nirxand û ev tişt anî ziman: “DMME’yê demekî dirêj e têkildarî ‘Mafê hêviyê’ biryara xwe daye. Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî girtiye rojeva xwe. Salek dem da Tirkiyeyê. Îktîdara ku ev saleke red dike û dibêje ‘tecrîd tune ye’, cara yekemîn piştî tengijîn ev mijar girtin rojeva xwe. Îcar dikin mijara bazariyê. Ev yek nîşan dide bê ka vê îktîdarê bêhiqûqî û bêedaletî çiqas kûr kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî birêz Abdullah Ocalan aktorekî girîng e. Li şûna ji tecrûbeyên wî sûd bigirin, dikin mijara bazariyê. Kurd baş bi meseleya bazariyê dizanin lê tu caran qebûl nekiriye.”    ‘DIVÊ ŞERTÊN AZADIYÊ YÊN OCALAN BÊN AMADEKIRIN’   Di berdewamê de Uçar bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re de û ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoya salekê ya kampanyayê de perspektîf û paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li dijî krîza pergala kapîtalîst weke alternatîfeke xurt hate dîtin û xwedî lê hate derketin. Li gorî min vê daneya girîng paşvegav bi Tirkiyeyê da avêtin. Ya duyemîn, Bahçelî bi gotna ‘Bila Ocalan bê di koma DEM’ê de biaxive’ jî balê dikişîne ser vê. Di çareseriya meseleya kurd de birêz Ocalan aktorê sereke ye. Hem ji hêla siyasî hem jî ji hêla dîrokî ve aktore û dewletê jî ev erê kiriye. Divê ev erêkirin bikeve pratîkê. Erê hevdîtin çêbû lê tecrîd ranebûye. Ji xwe ew bi xwe dibêje ‘tecrîd didome. Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên amadekirin û pêşî lê were vekirin ku weke muxatab beşdarî pêvajoyê bibe. Divê bikare bi partiya xwe re, bi qadên siyaseta demokratîk re bişêwire. Ji bo vê jî divê ji ewil tecrîd rabe.”    DI MITÎNG BÊN LIDARXISTIN   Herî dawî jî Uçar destnîşan kir ku ew ê bi xebat û çalakiyên xwe hewl bidin destê birêz Abdullah Ocalan xurtir bikin, ji bo vê jî civakê bêhtir birêxistin bikin û bi daxwaza “Azadî û demokrasiyê” li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê mitîngan li dar bixin.    MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can